Ji bo destnîşan kirina nexwaşiya Alzheimerê derfeta rêya testa xwînê hat pêşxistin

Piştî hin lêkolîn û pêşketa teknolojiyê ya di warê tenduristiyê de, êdî derfeta destnîşan kirina nexwaşiya Alzheimerê (Alzaymer) bi rêya testên xwînê ve hat afirandin

Şadî

Kurdshop – Piştî hin lêkolîn û pêşketa teknolojiyê ya di warê tenduristiyê de, êdî derfeta destnîşan kirina nexwaşiya Alzheimerê (Alzaymer) bi rêya testên xwînê ve hat afirandin û êdî pêwîstî bi wêneyên giranbaha yên mêjî û wêneyên ji ava nav hestiyên morikên piştê heta digehe mêjî pêwîst nake û bi rêya testên xwînê ve dê ew nexwaşî bikare bê destnîşan kirin.

Li Zanîngeha Pittsburgh a li eyaleta Pensilvanya ya Amerîkayê, Profesor Thomar Karikari ragehand: ‘’Li cîheke wek welatê Amerîkayê jî gelek nexwaş nikarin wêneyên MRI û PET bikşînin û ew derfeta wan tine. Ew derfet pirsgirêkekî gelek giring e. Lê testekî xwînê gelek erzane, herwaha gelek bi ewletire û pêkanîna wê jî gelek asantir û bileztir e. herwaha destnîşan kirina nexwaşiya Alzheimerê de û li klînîkê lêkolîna li ser û çavdêriya ji bo nexwaş û bawerî pêanîna nexwaşan a ji bo klînîkê jî dikare bi wî awayî bê pêşxistin.’’

Ew testên xwînê yên hatine pêşxistin di proteînên amiloid û tau de neasayîbûna ku heye dikare rast destnîşan bike, lê di şaneyên asab ên mêjî de ziyanên ku hene destnîşan kirina wan hîn zehmet bûye.

Hat ragehandin Profesor Thomar Karikari û ji welatên cuda hempîşeyên wî ji bo ku ew proteîna bi navê tau ya taybet mêjî û antîkora ku bikarê wê destnîşan bike bi rêya testa xwînê ve bikare destnîşan bike li ser kar kirin.

Piştre jî 600 nexwaşên Alzheimerê yên ku di qonaxên cuda de ne, li ser wan ew test hatin bikaranîn û asta proteina di xwîna wan de heyî û asta proteina tau de karî girêdanekî ava bike û bi rêya wê testa hate pêşxistin ve Alzheimer bi awayekî bi ewle karî ji nexwaşiyên din cuda bike û destnîşan bike.

Ew lêkolîn û diyardeyên ku derketin hemû di kovara Brain de hatin belav kirin û gava piştî wê jî bê avêtin jî hate ragehandin ku, ew testane li ser netewên cuda û xelkên cuda û herwaha ew kesên ku hişên xwe di astên cuda de winda kirine bên ceribandin û di her aliyekî de tekîd kirin û sûd gehandina nexwaşan e.

KURDŞOP
683 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!