Sedemên krîza mêjî û diyardeyên wê

Krîza mêjî di roja meya îro de di nava nexwaşiyên metirsîdar û zêde tên dîtin  de derdikeve pêş. Sêyemîn nexweşiya herî mezin e ku piştî nexweşiya penceşêrê û nexweşiyên dil bi mirinê re bi encam dibe

Şadî

Kurdshop – Krîza mêjî li Cîhanê yek ji sedemên mirinê ye, ku gelek caran ji ber qelewî, cigare kêşan û dermanên pêşî li girtina dûcaniyê rû dide.

Krîza mêjî di roja meya îro de di nava nexwaşiyên metirsîdar û zêde tên dîtin  de derdikeve pêş. Sêyemîn nexweşiya herî mezin e ku piştî nexweşiya penceşêrê û nexweşiyên dil bi mirinê re bi encam dibe.

Krîza mêjî nexwaşiyeke ku di temenê pêşte çûyî û temenên navîn de diyar dibe. Tevî ku ev nexwaşî kujere jî, lê xwedî bingehekiye ku dikare pêşî jî lê bê girtin. Krîza mêjî di encama bê xwîniya li aliyekî mêjî yan jî di encama xwînrijana li aliyekî mêjî de pêk tê. Di berdewamiya vê bûyerê de bi giştî bi ferlcbûnê re bi encam dibe. Krîza mêjî, nexwaşiya demarên mêjiye. Ji ber wê jî ew dema ku bijîşk diyar kiriye, divê wê demê de kontrol bên kirin.  

Tevî ku ev nexweşiyeke ku dikare pêşî lê bê girtin jî, asta teşhîsên  destpêkê ji bo rewşa nexweşiyê gelekî girîng in." Demarê hatî girtin" û " Demarê ku Xwîn jê tê" dibe sedema vê nexweşiyê.

Diyardeyên krîza mêjî çine?

Tevizîn yan jî bêhêziya ku ji nişkawa  di rû, mil, çok û nîvê laş de derdikeve hole

- Xirab bûna hest

- Zehmetî kêşana di fêm kirina axaftin yan jî zehmetiya di axaftinê de

- Şêlûbûna di yek yan jî her di dû çavan da, kêm bûna dîtinê yan jî cot dîtin

 - Xirabûna hevsengiyê ya ku nayê rave kirin.

Sedemên herî girîng yên ku dibin sedema pêk hatina krîza mêjî:

–  Cigare kêşan.

–  Kêm tevger û hereket   kirin û werziş nekirin.

– Qelewî.

–  Bikaranîna hebên rêgirîkirin li ducaniyê.

–  Mayîna li ser yek şêwazê rûniştinê bo dema zêdetir ji çar demjimêran.

- Xirabiya sîstema xwarinê û zêdehiya çewrî.

- Hebûna pirsgirêkên liv û tevgerê   ango hereket kirina di masulkeyan de

KURDŞOP
948 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!