Obezîte û nexwaşiyên li gel xwe tîne

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), li gelemperiya cîhanê zêdeyî 1 mîlyar nexweşên qelew an jî obezîteyê hene

Şadî

Kurdshop – Tê texmîn kirin ku heta sala 2035ê dê zêdetirî 4 mîlyar kesan dê kîloyan wan zêde bibin û qelew ango obez bibin. Herwaha êdî piraniya pisporan jî obezîteyê êdî tenê wekî qelewbûn û kîloyên zêde na, wekî nexwaşiyê û çavkaniya nexwaşiyan pênase dikin.

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), li gelemperiya cîhanê zêdeyî 1 mîlyar nexweşên qelew an jî obezîteyê hene, tê texmînkirin ku ev hejmar wê di sala 2035'an de 4 mîlyarî derbas bike. Nexweşiya obezîteyê, ku weke "berhevbûna zêde ya rûn di bedenê de di asta nebaşbûna tenduristiyê de" tê pênasekirin, weke yek ji mezintirîn pirsgirêkên tenduristiyê yên demên modern derdikeve pêş.

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), li gelemperiya cîhanê zêdeyî 1 mîlyar mirov zêde qelew an jî obez tên dîtin. Ji wan mirovan jî 650 mîlyon kes temenê wan mezin e, 340 mîlyon kes di temenekî ciwan de ne û 39 mîlyon kes jî zarok in. Herwaha hat ragehandin ku ji 7 mêran 1 kes û ji her 5 jinan jî jinek bi obezîteyê re têdikoşin.

Her çend hejmara kesên obezîte roj bi roj zêde dibe jî, daneyên ku ji aliyê Federasyona Obezîteya Cîhanê ve hatin weşandin nîşan didin ku hejmara mirovên bi obezîte û qelewiyê re têdikoşin wê di sala 2035'an de 4 mîlyar kesan derbas bike. Di sala 2035an de rêjeya zarok û ciwanên ku qelew in an jî nexwaşên obezîtêne, dê li gorî sala 2020an du qat zêdetir be. Tê payîn ku ev rêje ji bo zarokên kur yên di bin 18 salî ji sedî 100 û ji bo zarokên keç jî ji sedî 125 zêde bibe.

Hebûna nexwaşiya qelewî ango obezîteyê ya li welatên Amerîka, Çîn, Brezîlya, Hîndîstan û Rûsyayê ji sêyan yekê hemû cîhanê ye. Giranî û kîlo û wezna zêde ya ku bandorê li dil, gurçik, kezeb û organên hilberînê dike, rê li ber nexweşiyên şekir, nexweşiyên dil, hîpertansiyon, felc û cûreyên cuda yên penceşêrê re rê vedike û gefê li jiyanê dixwe. Nexwaşiya qelewî ango obezîteyê di jinan de zêdetir tê dîtin. Ji ber wê jî dive hişyariya jinan a li hember wê nexwaşiyê zêdetir be û jin baldartir bin.

Ji ber wê jî bi nexwaşiya obezîte ango qelewiyê re divê tekoşîneke bi biryar hebe ku mirov xwe ji wê nexwaşiya qelewiyê biparêze. Li gor pisporên tenduristiyê dibêjin ji bo ku mirov bikare tekoşînê bi obezîteyê re bikare bike berî her tiştî bi biryarbûn mercê serekî ye. Eger mirovên ku nîşaneyên qelewî û obezîteyê di wan de heyî dixwazin wezn û kîloyên xwe kêm bikin divê bi biryar bin û ji bo xwe armancekî diyar bikin û dest bi pêkanîna wê bikin. Ji bo xwe bigehînin wê armancê jiyana xwe li gor pîvan û nizamekî ava bikin. Bo nimûne rojane wergirtina kaloriyan sînordar bikin. Rojane demjimêrekî werziş û tevgerînê bikin û ji bo xwe vê bikin pîvan û nizamekî rojane.

 

KURDŞOP
813 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!