Sultan Kosen, mirovê herî dirêj li dinyayê ye

Zara Elî

 

Sultan Kosen ku mirovê herî dirêj ê Kurd di cîhanê de ye, di roja 10-12-1982an de li bajarê Mêrdînê yê ser bi Bakûrê Kurdistanê ji dayîk bûye. Ew her sal di pirtûka rekoran a Guinnessê dibe yekemîn zimalê herî dirêj a dinyayê. Sultan Kosen bi bejna xwe ya 2 mêtro û 51 santêmêtro va wek "zilamê herî dirêj ê dinyayê" tê qebûlkirin. Ew bi destên xwe yên 27,5 santêmî û lingên xwe yên 36,5 santêmî va di sala 2009an da kete Kitêba rekoran a Guinnessê 14 sal e rekorê nade tu kesî. Kosen 3 bira û xûşkek wî heye lê bejna hemûyan normal e. Ew di pirtûka Rekoran a Guînnessê ya sala 2023an da jî cî girt û heta niha zêdetir ji 500 carî derket derveyê welêt û çûye 129 welatan û wek nunerê çandê yê welatê xwe jî dide nasîn.

Sedema vê dirêjbûnê çi ye?

Kosen jidayîkbûna wî ve heta deh saliyê bedena wî bi awayekî normal mezin dibû û ti pirsgirêkên wî yên tenduristiyê tunebûnê, lê ji temenê deh saliyê û şûn ve bijîşkan pirsgirêka harmonî ya wermê di serê wî de keşif kirin û ji hingê û şûn ve her diçû bedena wî dirêjtir dibû. Tevî ku çiqas neştergerî jê re hate kirin, lê mixabin rê li pêşiyê nedihat girtin û her diçû bedena wî ji hev dikşiya û dirêjtir dibû. Lê di sala 2008an de bijîşkan ev werim ji jê derxistin da ku ev geşbûna dirêjbûnê were rawestandin. Wisa dihat bawerkirin ku dê êdî ev werm were rawestandin, lê bi demê re didîtin ku her diçe dirêjtir dibe, wê demê û şûn ve her sale bi qasî 1.27 santêmî dirêjtir dibû.

Li gorî ku lêkolerên bijîşkî didin zanîn ku dirêjbûna wî êdî di rêjeya 2 mêtro û 51 santêmêtroyan de hate rawestandin, ev yek jî di sala 2010an de li navenda zanîngeha Vêrcîniya ya bijîşkî pêk hatiye.

Pirtûka Rekoran a Guinnessê û dirêjbûna Sultan Kosen

Herwiha hatibû idîakirin ku Silêman Ebdul Semed ê 29 salî yê ji Ganayê, bi dirêjahiya 2 metre û 89 santîmetreyî, li ber e ku rekora dinyayê ya "Zilamê Herî Dirêj ê Cîhanê" ya Sultan Kosenê Mêrdînê bişkîne. Silêman Abdul Semed, ku li Gambaga li Bakûrê Gana dijî, di 22 saliya xwe de bi awayekî ne çaverêkiri telê wî dirêj bûye. Wê demê dema ku Abdul Semed li paytextê Akrayê diçe nexweşxaneyekê, derket holê ku bi nexweşiya gigantîzme ketiye û her ku diçe dirêj dibe.

Lê Mehmet Veysî Boray ku şêwirmendiya Kosen dike dide tekezkirin ku hinek nûçe hatin parvekirin û dibêjin ku bejna Silêman Abdul Semedê ji Ganayê 2 metre û 89 santîm e lê ev rast nîne. Bora got ku bejna Semed 2 metre û 23 santîm e û hê jî rekor di destê Sultan Kosen da ye.

Kosen gelekî ji ber dirêjbûna xwe şanaz û kêfxweş e ku her sal di pirtûka Rekoran a Guinnessê dibe yekemîn zimalê herî dirêj a dinyayê, di sala 2023an de di daxuyaniyê de wiha got:

"Bejna min 2 metre û 51 santîm e û li rûyê dinyê kesê ku piyên wî herî mezinin jî ez im û destê min jî mezin in. Ez mîrata çandê ya dinyayê me û 14 sale ku ev rekor di dest min da ye û ez 40 salî me. Ez hinek nûçeyan dibihîzim ku dibêjin rekora Sultan Kosen êdî qediya û dawî lê hat. Heke kesek ji Sultan Kosen dirêjtir heye bila kerem bike û were meydanê. Ev 14 sale ez rekora xwe diparêzim û vê nadim kesî."

Sultan Kosen got ku ev bûye 15 sal rekora xwe diparêze. Her sal dema Pirtûka Rekoran a Guinnessê tê çapkirin, nav, wêne û rekora min jî di pirtûkê de cih digirin. Pirtûka Rekoran a Guinnessê her sal ji nû ve tê çapkirin. Danasîna pirtûkê îsal sala 2024an jî bi merasîmekê li bajarê Mîlanoyê yê Îtalyayê hate kirin. Heta niha li seranserî cîhanê ti kes negihiştiye bejna Sultan Kosen. Ji ber wê navê wî îsal jî di heman pirtûkê de cih girtiye.

KURDŞOP
319 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!