Profesor Îbrahîm Kerîmî: Zanayekî cîhanî yê kuantumê

 

Îbrahîm Kerîmî fîzîknasekî kurd e ku di sala 2020an de ji ber lêkolîna xwe ya di warê fîzîkê de xelata Herzberg a fîzîkê bi dest xist û bû endamê Encumena Paşayetî ya Koleja Zanayên Ciwan ên Kanadayê.

Profesor Kerîmî di sala 1978an de li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye, xwendina xwe ya destpêkî, navîn û paşnavendî li heman bajarî bi dawî aniye. Her ji zarokatiyê ve bi alîkariya mamosteyên xwe, hogiriyeke zêde bi matematîk û fizîkê re hebûye. Wî bi beşdarîkirin di çendîn konferansên zanistî de û pêşkêşkirina çend planên teorîk û praktîkî di van konferansan de, karî xwe bigihîne festîvalên zanistî yên navdar ên Îranê wek festîvala Xarezmî.

Ew sala 1997an li zanîngeha Kirmanê di beşa fîzîkê de hate wergirtin û piştî bi dawîanîna du kursên zanîngehê, hevdem dest avêt bi xwendina fîzîk û matematîkê û di heyama pênc kursan de di her du beşan de wekî xwendekar ders    wergirt. Li sala 2001an, wek xwendekarê    hilbijartî yê zanîngeha Kirmanê di beşa fîzîka navkî de dawî bi xwendina xwe anî û bawername    wergirt. Her di heman salê de li Îranê di ceribandina masterê de pileya 18emîn bi dest xist û di beşa matematîk û fizîkê ya zanîngeha Zencanê de hate wergirtin û piştî du salan mastera xwe di beşa optîkê de bi dest anî.

Li şûna ku serbaziyê bike, sê salan li zanîngeha Kurdistanê ya bajarê Sinê mamostatî kir û di vê heyamê de wek mamostayê bêmînak, baştirîn mamosteyê zanistî û baştirîn lêkolînerê zanîngehê ji bo çar dersan hate hilbijartin.

Wî xwendina xwe ya doktorayê li Îtalyayê qedand û di dema xwendina xwe ya doktorayê de du dahênan di asta navneteweyî de tomar kirin û li zanîngeha Napolî ya Îtalyayê, di beşa optîka kuantumê de wek xwendekarekî bêmînak hate destnîşankirin. Paşê di projeya Forbitk de, ku projeya hevbeş a şeş welatên Ewropayê bû, li ser lêkolînên xwe berdewam bû û serkeftinên wî di vê projeyê de ew kir bi mamosteyekî navdar di asta cîhanê de.

Her lewma jî li ser daxwaza profesor Robert Boyd, berpirs û damezrênerê Navenda Lêkolînên Pêşkeftî yên Fotonîk li Zanîngeha Ottawayê çû Kanadayê û piştî du salan wekî profesorê fîzîkê li zanîngeha Ottawayê, grûpek lêkolînê pêk anî û karî kursa lêkolînî ya Kanadayê ji bo heyama pênc salan bi dest bixe, ku xelateke salane ye ku ji aliyê hikûmeta Kanadayê ve ji lêkolînerên berbiçav ên di warên zanistî de tê dayîn.

Profesor Kerîmî herweha kariye du xelatên navendî yên dahênana Kanadayê û John Evansê jî bi dest bixe û di sala 2022yan de bibe endamê Koleja Ciwanan a Encumena Paşayetî ya Kanadayê.

Tevî wan çalakiyan jî li Navenda Lêkolînê ya Max Planck a Almanyayê û zanîngeha Zencanê wek mamosteyê hevbeş kar kiriye.

Profesor Kerîmî lêkolînên bingehîn di warê şandina kuantum, mîkroskopî, wênekêşana kuantumî û topolojiya tîrêjê de encam daye, li seranserê cîhanê bi sedan gotar, pirtûk û projeyên wî yên lêkolînê hene, ew niha serokê Enstîtuya Kuantumê li zanîngeha Ottawayê li Kanadayê ye.

Profesor Kerîmî di merasîma destbikarbûna xwe de wekî serokê wê enstîtuyê got:

Ev şanaziyeke mezin e ku serokatiya Enstîtuya Kuantumê ya zanîngeha Ottawayê bi min re hatiye spartin. Gelek spas ji bo hevkar û hevalên min ji bo baweriya wan; ez bawer im ku em ê bi hev re alîkariya ekosîstema Kanadayê bikin û em ê di zanist û endezyariya kuantumê de hewcedarî û arîşeyên wan çareser bikin.

KURDŞOP
621 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!