Îsmayîl Xeyat: Nîgarkêşê maskeyan

Îsmayîl Xeyat di sala 1944an de li Xaneqînê ji dayik bûye; wî mamostatiya xwe li Bequbeyê qedandiye.   Ji    sala 1992 heta 1998an birêveberê nîgarkêşî li Wezareta Rewşenbîrî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye.

Ew hunermend    ku endamê komeleya nîgarkêşên cîhanê bû, di xebata xwe ya hunerî de 45 pêşangeh vekirine. Yek ji berhemên wî yên herî bi nav û deng rengkirina kevirên gundê Pîrer (cihê şerê YNK û PDKê li navçeya Dêgele) bû, û wî wek nerazîbûneke li dijî şerê navxweyî û piştgirîkirin ji aştiyê ew kar kir.

Îsmayîl Xeyat yê hunermendê nîgarkêşî digel dîroka xwe ya kevnar, di hunera nîgarkêşî de xwediyê afirandin û taybetmendiyên xwe bû.    Bi awayekî di nav sedan tabloyan de, tabloyên vî hunermendî nasnameya xwe pêşkêşî we dikin.

Di pêşangehên wî de îcar li her cihekê bûbin, tabloyên xwe yên afirîner ên herî dawî pêşan dida, wî çîroka masiyên reş û spî, çîroka kevirên wan zinar û zozanan, guhên avê û rêwîtiya çûkan gengeşe dikir. Her lewma    jî tabloyên wî tim dibine cihê balkişandina temaşevanên wî.

Dîzayner: Hêmin Qehrimanî

 

Îsmayîl Xeyat her tim bi xeyalên xwe yên hunerî re jiyaye, xewnek ku sînorên wî yên kurdî jî bo mewdayeke dûrtir derbas kiriye û ji deriyên hunerê ve bi xem, karesat, xweşî û sirûşta Kurdistana xwe re çûye di nav cîhanbûnê de.

Dema ku em ji nêz ve li hêlkariyên reş û spî yên Îsmayîl Xeyat dinêrin, em rastî hejmarek ji şîroveyên cuda tên ku hemû ji wan xwendinan    li ser bingeha du rehendên cuda bi hizrên temaşavanên xwe re dikevine nav diyalogê, ya yekem ew e, axo ew hunermend    dixwaze bi hêlên spî rûyê rengê reş pênase bike? Ya duyem jî nabe li ser panatiya spiyan rengê reş bê jibîrkirin.

Maske li cem Îsmayîl Xeyat yek bû ji wan teknîkên wî ku amadehiyek zêde di hunera wî de hebû û li her yek ji wan de bûyerek û rûmetekê nîşanê me dide, aştiyek bi me re dida nasandin û şerek ji bo me nefret dikir, di wan maskeyan de her carê behsa dostekê yan dijminekê dikir û jiyana her hemûyan jî, ji bo me dixwand.

Temenê huneriya vî hunermendî zêdetirî nîv sedeyê bû û di gelek welatên cîhanê de pêşangeh vekirî û cîhana huneriya xwe pêşan dida ku li her yek ji wan de ji rêya amûrên xwe yên cuda ve nîşan dida, û afirînerane behsa nûjenkirina jiyanê kiriye.

Îsmayîl Xeyat gelek bêdengî, dengek bû pir ji hawar. Di şerê birayan de wî boriya firçeya xwe kire çeper û sînorên veqetiyayî pir kir ji reng û tablo. Dinyayek kotirên aştiyê li ser kevirên “Pîrer” cih hêla da ku çavdêriya birayên bişerhatî bikin.

Îsmayîl Xeyat bi wê bêdengiya xwe, peyam û hunera xwe gihande Asyayê û japoniyan bi dil û can ve tabloyên wî di galeriyên xwe de pêşan didan. Ne tenê ew yeka, belkî wan ew li ser kiras û tîşortên xwe çap dikirin!

Ew hunermend    roja pêncşemî    rêkefta 20ê Cotmeha 2022an, li bajarê Silêmaniyê koça dawî kir.

Îsmayîl Xeyat xelkê Xaneqîna Başûrê Kurdistanê bû. Ava Elwenê ji Xaneqînê ve anî, li Silêmaniyê bi cih bû û bûye parçeyek firçe, boyax û peyam. Îsmayîlê kurd bo hertimî cihê şanaziyê ye.

KURDŞOP
642 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!