jiyanameya dengbêj Baqî Xido

Şadî

Kurdshop – Dengbêj Baqî Xido sala 1913’an li navçeya Şêran ya ser bi bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye û dengbêjê deşta Sirûcê ye.

Navê bavê dengbêj Baqî Xido, Xidoyê Hindawî û navê dayika wî jî Emşa Mesto bû ye. Baqî Xido ku 2 caran zewiciye,  ji herdu hevjînên wê 12 kur û 8 keçên wî hene û heta naha jî zarokên wî li bajarê Kobanê dijîn.

Dengbêj Baqî Xido jî weke gelek dengbêjên kurdan yên navdar, dengbêjekî mezin û di nava gel de bi nirx bûye. Ew ji wan dengbêjane ku bi dengê xwe destanên klasîk û serpêhatiyên kurdan bi dengbêjiya xwe parastiye.

Dengbêjê kurd, di sala 1995ê ji ber sedema nexwaşiyekî dest ji dengbêjiyê berdide. Jiyana dengbêj Baqî Xido bi feqîrî û perîşaniyê derbas bûye. Di dengbêjiya Baqî Xido de roleke mezin ya Mihemed Dûman ku jêre li kemanê dide û Mihemed Gulî ku jêre tembûr lêdaye, heye.

Dengbêj Baqî Xido xwedî hunereke dewlemend bû ye û gelek plakên wî yên mûzîkê hebûne û pişte re jî gelek kasêt tomar kirine.

Dengbêj Baqî Xido bi stranên weke Delalê Edûlê, Dewrêşê Evdî, Bêmal, Mem û Zîn, Teyar, Delalî Qîzikan, Lo Dilo û gelek stranên din ku gotine, navdare û ew dengê wî li çar aliyê Kurdistanê belav bûye.

Dengbêjê kurd Baqî Xido ku li Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye, li seranserê Deşta Sirûcê, parêzgeha Riha, Dîlok û Cizîrê yên Bakurê Kurdistanê jî binavûbang bûye.

Herçend di dema Baqî Xido de dezgehên medyaya kurd û derfetên pêwîst gelek kêm jî bûne, lê tevî wê jî berhemên dengbêjê kurd heta naha zindî mane û gel hîn jî guhdar dikin. Stranên Baqî Xido ji aliyê nevî û zarokên wî ve jî tên gotin.

Ji bilî kurdan, miletên din jî bi riya Baqî Xido guh dane çand û dîroka kurdan. Weke mînak, xanimeke Swîsreyî.  Têza xwe ya Doktora bi zimanê Inglîzî li ser destana Dewrêşê Evdî ya ku Baqî Xido gotiye, amade kiriye.

Baqî Xido di jiyana xwe de fêrî 5 zimanan bûye, ew jî zimanên: Kurdî, Erebî, Tirkî, Ermenî û Frensî bûn û ew li her 4 welatên Sûriyê, Tirkiyê, Iraqê û Lubnanê geriya ye    û carekê ew û kemanjen   Mihemed Xelîl Xazî ji aliyê Komeleya El-Erz ve bo welatê Lubnanê hatibûn vexwendin.

Baqî Xido berî wefat bike, bi amadebûna nêzîkî 600 kes ji rewşenbîr, nivîskar û xwendekaran ji aliyê xwendekarên zanîngeha  Helebê ve tê xelat kirin.

Baqî Xido di 7ê Şubata sala 2009an de li bajarê Kobanî koça dawiyê dike   û xelkê Kobanî bi merasîm û beşdariyeke cemawerî ya mezin, xatir jê dixwazin, ew bi şêweyekî pir bi rêz û bi nirx, tê oxir kirin  û li goristana gundê Termik li Kobanî tê veşartin.

 

KURDŞOP
725 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!