Mîrê bilûra kurdî Egîdê Cimo û serpêhatiya wî 

Şadî

Kurdshop – Egîdê Cimo ku bi navê xweyê din, weke Mîrê bilûra kurdî jî hatiye naskirin, di sala 1932’an li gundê Erdeşêr yê ser bi navçeya Armavîr ya Ermenistanê ji dayîk dibe.

Malbata Egîdê Cimo di sala 1918’an de li navçeya Bêgirê ya bajarê Wan a Bakurê Kurdistanê ve, koçî paytexta Ermenistanê Êrîvanê dike.

Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo di sala 1960î de, keçeke bi navê Rindê nas dike û direvîne, dibe gundekî din û ji wê hevjîna wî, 5 zarokên wan çêdibin. Herwaha ji ber ku gelekî ji hevjîna xwe hez dike, Piştî wefata wê êdî nazewice.

Egîdê Cimo di 8 saliya xwe de dest bi jenîna bilûrê dike û Piştî wê fêrî jenîna zirne, ney, duzele û tembûrê dibe.

Dema ku di sala 1955’an de radyoya Êrîvanê vedibe, Egîdê Cimo jî di avakirina wê de cîh digre û di heman demê de yekem muzîkjenê kurde ku di wê radyoyê de kar dike.

Mîrê bilûra kurdî, li ser daxwaza Casimê Celîl ku di radyoyê de berpirsê beşa kurdî ye, gund bi gund, mal bi mal û tax bi tax li dû dengbêj û sazbendên kurd digere ku berê hemiyan bide radyoyê.

Egîdê Cimo ku ji bilî bilûrê, dûzel, mey, zirne û tembûrê jî dijene, salên dûr û dirêj bi huner û ezmûna xwe li pişt dengbêjên diyar û berçav, çi jin û çi zilam disekine û navê xwe li ser dergeha sazbendiya kurdî bi tîpên zêrîn dide nivîsandin. Egîdê Cimo, 37 sal berdewam di radyoya Êrîvanê de bi bilûr, dûzele û meya xwe, jenyarî û sazbendiya stranên kurdî dike.

Egîdê Cimo di sala 1967’an, di peymangeha mûzîkê ya Melîkyan Romanos ya li Êrîvanê de beşdariyê dike û bawername ango dîplomeyê werdigre û dibe mûzîkjenekî profesyonel.

Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo di xebatên muzîka Aram Tigran, Kerabêtê Xaço, Efroyê Esed, Aslîka Qadir, Susika Simo, Xana Zazê û bi dehan muzisyenên din de, cîh digre.

Bi navê "Awazên Bêhna Axê" albûma wî ya enstrumantal li Bakur ji aliyê Kom Muzîkê ve tê tomarkirin. Herwaha li gel wê, ew di gelek albûmên din de jî bi bilûra xwe beşdariyê dike. Cimo di serî de li Amed û Stenbolê li gelek bajaran bi bilûra xwe konseran dide û kurdan li dora xwe komdike û kêfxweş dike.

Herwaha di fîlmê Hinar Selîm  a bi navê "Vodka Lemon" de, di dekumantera Bulent Gunduz a "Evdalê Zeynikê" de rol werdigre. 

Herwaha di bin banê Konservatuara Aramê Tîgran de û bi derhêneriya Îbrahîm Yildirim belgefîlmekî li ser jiyana Egîdê Cimo ya bi navê "Welatê Min Kurdistan e" tê kişandin.

Hunermendê kurd Egîdê Cimo di temenê xwe yê 87 saliyê di 31ê çileyê a 2019an de li paytexta Ermenistanê Êrîvanê diçe ser dilovaniya Xwe.

KURDŞOP
671 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!