Jiyaname û berhemên Melayê Batê

Navê wî yê rast Hesen Ertoşî ye. Ji ber ku di hin helbest û nivîsên xwe nasnavê Melayê Batê bikaraniye her bi wî navî tê nas kirin û bi wî navî tê zanîn.

Kurdshop – Helbestvan û nivîskarê kurd Melayê Batê yan jî Hesen Ertoşî sala 1417ê li gundê Batê ya   Colemêrg a Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye û sala 1491 koça dawî kiriye û tirbeya wî naha jî li heman gundî ye.

Navê Melayê Batê herçend Mela Hesenê Bateyî jî be, lê di pirtûka Ansîklopediya Îslamê de wek Ehmed navê wî derbas dibe. Herwaha nivîskar û lêkolînvan Dr. Belîc Şêrko, Mihemed Emîn Zekî û Eladîn Secadî jî vî navî dipejirînin û di berhemên xwe de jî nivîsandine. Ebdulreqîb Yusif jî di ‘’Dîwana Kurmancî’’ de dibêje ku navê wî ‘’Husên’’ e. Dibêje: ‘’Carekî riya min bi Herêma Colemêrgê ket, min ji malbata Bateyî pirsî û bersiva wan jî Husên bû. Ji xwe mela û gelê wê herêmê hemû jî dibêjin ku navê wî Husên an jî dibe ku Hesen be û Ehmed jî leqeba wî ye.

Navê wî yê rast Hesen Ertoşî ye. Ji ber ku di hin helbest û nivîsên xwe de nasnavê Melayê Batê bikaraniye her bi wî navî tê nas kirin û bi wî navî tê zanîn. Nasnavê Hesenê Ertoşî jî ji ber ku Ertoşî    yek êşîrên navçeya Colemêrgê ya    mezin e  wek Hesenê Ertoşî jî tê naskirin. Herwaha yek ji zanistên kurd ê dema xwe yê herî giring e. Melayê Batê helbestvan, wêjevan û nivîskare û nivîsên xwe piranî bi kurdî nivîsandine.

Melayê Batê perwerdeya xwe li Mûsil, Duhok, Hewlêr û navçeya Miks a ser bi Wanê û herwaha li gelek medreseyan de xwendiye û temam kiriye. Ji zanist û alimên herî giring ên dema xwe ders û wane wergirtine. Di dema xwe de zanistê wê demê yê mezin ango ji medreseya Velî Mîr Hesen ders wergirtine û di heman demê de li gel Mîrê Miksê dostaniyekî wî yê nêzîk pêktê û vê di helbestên xwe de jî tîne ziman.

Melayê Batê ji ber di nivîsên xwe de kurdî pir bi xweşikî bikaraniye, wekî yek ji kesên herî baş kurdî bikaranî û di aliyê wêjeyî de gehandî astekî giring tê pênase kirin.

Di jiyana xwe de giringî daye mijarên civakî û ji bo civakekî bi tendurist û baş bê ava kirin berdewam daxwaza perwerde kirina nifşên nû kiriye û gelek giringî daye vê mijarê. Di hemû jiyana xwe de ji bo zarok û ciwan baş bên perwerde kirin xebat û hewldanên wî yên gelek cîdî çêbûne.

Melayê Batê wek helbestvan û oldar tê nasîn. Perwerdeya xwe li ser wêje û mijarên olî pêkaniye. Nivîsên ku nivîsandine jî piranî li ser ol û mesnewî û wêjeyî ne.

Berhemên Melayê Batê

Melayê Batê 3 berhemên wî yên giring ku geheştine roja me ya îro hene.

Mewlîda Kurdî

Dîwan (Helbestên xwe di yek dîwanekî de komkirine)

Destana Zembîlfiroş

Mewlîda Kurdî:

Berhemê herî giring ê Melayê Batê ‘’Mewlîda Kurdî’’ ye. Ew mewlîd heman demê de di nav wêje û edebiyata kurdî ya klasîk de mesnewî ya herî giring a hatî nivîsandinê ye.

Li dîwanxaneyan û li mizgeftan mewlîda herî navdar a tê xwendin heta roja me ya îro jî bi taybet li Bakurê Kurdistanê ew mewlîda ye.

Mewlîda Melayê Batê li medreseyên Kurdistanê de, piştî Quranê pirtûka herî zêde dihate xwandinê ye.

Di mewlîdê de pesnên Pêxember dide û heta roja me ya îro jî di roja li dayîkbûna pêxember de ew mewlîd tê xwandin û ev yek bûye sedem ku ev berhema Melayê Batê bê kêmasî bigehe heta roja me ya îro jî.

Beşek ji Mewlîda Melayê Batê waha ye:

Hemdê bêhed bo Xudayê 'alemîn

Ew Xudayê daye me dînê mubîn

Em kirîne ummeta xeyr-ul beşer

Tabi'ê wî muqtedayê namiwer

Ew Xudayê malikê mulkê 'ezîm

Daye me mîrasa Qur'ana Kerîm

Dînê me kir kamil û nî'met temam

Ye'nî da me Ehmed û dar-ûs-selam

Ew Xudayê bênezîr û zulcelal

Bêmîsal û bêheval û bêzewal

Raziqê bê dest û pa û mar û mûr

'Alimê sirra negotî der sudûr

Karîsazê bende û sultan-î-can

Rehîm û Rehman, letîf û mîhrîban

Asîmanê bêsitûn wî kir pedîd

Sûretê ba xal û xet wî aferîd

Hêvîdar in em ji te Şahê Kerîm

Îhdîna ya Reb sîrat-el-musteqîm

Nê ji me sûc û xeta tên û sîtem

Lê ji te îhsan û xufran û kerem

Ya Reb îmanê dixwazîn em mudam

Jêrê alaya Muhemmed wesselam

Ger divêtin hûn ji narê bin necat

Bi 'işq û şewqek hûn bibêjin esselat

Ber tu bada her zeman û an û hîn

Ey Muhemmed sed hezaran aferîn

Ey şefî'ê darûyê her 'îlletê

Dîde û bînahiya vê ummetê

KURDŞOP
685 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!