Hozan Şiyar Ferqînî û zehmetiyên jiyana wî

Sala 1998’an rastî nexwaşiya penceşêrê tê.  Hozan Şiyar ji ber sedema nexwaşiya xwe ya penceşêrê di 22 Nîsana sala 2001, li paytexta Swêd Stockholmê jiyana xwe ji dest dide û li navçeya Ferqîn a bajarê Amedê ango cihê ku lê ji dayîk dibe, tê veşartin.

Şadî

Kurdshop - Hozan Şiyar yan jî Şiyar Ferqînî û bi navê xwe yê rast Celal Sarikaya, di sala 1953’an li navçeya Ferqîn a bajarê Ameda a Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Nave bavê wî Şerîf e û di heman demê de wênekêş bûye.

Hunermendê kurd hozan Şiyar di 7 saliya xwe de bavê xwe winda dike. Wê demê piştî mirina bavê hozan Şiyar, dayîka wî tevî çar zarokên xwe yên biçûk jiyana xwe didomîne. Piştî demekî ku dayîka wan di kargehekî li Ferqînê kar peyda dike, bi wî awayî zarokên xwe xwedî dike.

Hozan Şiyar ji aliyekî ve alîkariya dayîka xwe dike û kar dike, ji aliyekî din ve jî dibistana xwe didomîne. Di wan salên di dibistanê de dengê hozan Şiyar yê xweş bala mamoste û şagirtan dikşîne û di şahî û çalakiyên dibistanê de stranan dibêje. Di heman demê de di wan sala de tevgerên pêlên şoreşgerî û welatparêziyê jî di nava ciwanan de zêde belav dibe.  Şiyar jî xwe ji wan çalakî û xebatan nade paş û di nava xebatên şoreşgerî de cîh digre, bi dengê xwe li dijî asîmîlasyonê beşdarî di çalakiyan de dike.

Hozan Şiyar di sala 1973’an de dizewice û piştî zewacê jî diçe leşkeriyê û di sala 1975’an de jî li şubeya leşkerî ya Ferqînê wekî karmendekî dest bi kar dike. Li kêleka karê xwe, komeke muzîkê jî ava dike. Herwaha tevî koma xwe ya muzîkê li şahî û dawetan de stranên bi kurdî dibêje. Bê guman ev tevgera hozan Şiyar bala dewletê jî dikêşe. Ji ber wê jî dewlet wê demê biryara sirgûn kirina hunermendê kurd digre. Ji ber wê sedemê jî hozan Şiyar dev ji karmendiya dewletê berdide.

Hozan Şiyar di salên 1976-77’an bi temamî berê xwe dide kar û barê muzîk û tevgera tevgera şoreşgeriyê.

Di van salan de ew dibe endamê rêxistina Kawa û bi awayekî aktîf beşdarî karê rêxistinê dibe. Sala 1977’an kaseta xwe ya yekem tomar dike. Hozan Şiyar piştî  kaseta xwe ya yekem, di navbera salên 1977 û 1980yan de tevî hemî zor û zehmetî û qedexe kirinan jî ew pênç kasetan li dû hev derdixe. Ber bi salên 1980yan nav û dengê hozan Şiyar li bajarên Kurdistanê belav dibe. Ew li bajar û bajarokên Kurdistanê bi stranên xwe yê şoreşgerî banga hişyariyê li gel dike. Hozan Şiyar jî wekî piraniya rewşenbîr, siyasetmedar û hûnermendên kurd para xwe ji cûnta ango kudetaya leşkerî ya sala 1980yê digre. dewlet Şiyar digre û 2 salan di girtîgeha bi nav bang a Amedê de dimîne. Piştî dû salên girtîgehê hunermend Şiyar tê berdan.

Demeke dirêj li ser berdana hozan Şiyar re derbas nabe, sala 1984ê an ew careke din jî ji ber derxistin û belav kirina kasetên kurdî tê girtin, sala 1986ê jî tê berdan. Hozan Şiyar tevî hemî zehmetî û girtinan jî dev ji stranên kurdî naberde. Dewlet jî careke din wî digre û işkenceyên giran li wî dike. Di sala 1990ê de Şiyar bi kasetên nû derdikeve pêşberî hezkiriyên xwe. Navê wê kaseta nû ‘’Şêrîna min’’e. Lê her ku diçe rewş girantir dibe. Destên reş ên kuştin û kiryarên ne diyar navê Hozan Şiyar di listeya xwe de dinivisînin. Êdî Şiyar nema dikare di mal de derkeve. Ew çar pênç mehan di malê da dimîne, heta ku bi awayekî derbasî bajarê Stenbol a Tirkiyê dibe. Li vir ew bi Navenda Çanda Mezopotamyayê re pêywendiyê dike û  sala 1992yê berê xwe dide Swêdê.

Sala 1998’an rastî nexwaşiya penceşêrê tê.  Hozan Şiyar ji ber sedema nexwaşiya xwe ya penceşêrê di 22 Nîsana sala 2001, li paytexta Swêd Stockholmê jiyana xwe ji dest dide û li navçeya Ferqîn a bajarê Amedê ango cihê ku lê ji dayîk dibe, tê veşartin.

Strana Hozan Şiyar a Şêrîna min

Şêrîna min, were ba min
Şêrîna min, ez bêhal im, were ba min
Ku tu ji min bawer nakî, nayî dîtina min
Piştî ez mirim, tu qet neke şîna min

Çavreşa min, çare nîne
Çavreşa min, nav û cergêm derd û xwîn e
Sebeba min ev dila bûy te evîn e
Her du bi hawar û axîn û gazîn e
Şêrîna min, were ba min
Şêrîna min, ez bêhal im, were ba min
Ku tu ji min bawer nakî, nayî dîtina min
Piştî ez mirim, tu qet neke şîna min

Şêrîna min, çavreşa min
Delala min, şiyar im
Bê te xew naye
Hêstirê çavêm tê xarê ra lênaye
Te min kir dîn û harek, berda dinya yê
Şêrîna min were ba min
Şêrîna min, ez bêhal im, were ba min
Ku tu ji min bawer nakî, nayî dîtina min
Piştî ez mirim, tu qet neke şîna min

Sazbendo

Şirin (Bê Welat im)

Van Delalan

Were Vira

Wey Le Daye

Yade

Cane (Le Can Le Cane)

Çeme Şikestune

Destegul (Barane Guje Guje - Zava Zava - Xeftan Xeftan)

Destegul (Ha Leri Leri - Xane Beyaze - MaLa Min)

Dile Nermin

Evindarim

Felek Heyle

Heps û Zindan

Hestiren Min

Kulîlka Azadî

Li Dori Zaxo

Lorina Min (Le Delale Were Vira)

Şerîna Min

Berivanê

KURDŞOP
598 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!