Xan Mihemed Adînepûr hunermendê Kurmancê Xorasanê koça dawî kir

Kurdê Xorasanê Xan Mihemed Adînepûr mamoste û pêşengê cîhana muzîka meqamî û jenyarê xwedî şiyan yê amûrên weke Quşme, Kemançe û Dutarê bû. Di asata navneteweyî de xwediyê çendîn pile û xelatên navdar di festîvalên mûzîka Îranê de bû.

Xan Mihemed di sala 1952’an de li bajarokê Xanleq a girêdayî bajarê Şêrwan a ser bi parêzgeha Xorasana Bakur hatibû dinê. Zêdetirî ji 60 salan jiyana xwe ji bo jenîn û pêşkêşkirina mûzîka resen a Kurmancî terxan kiribû û di vê rê de jî gelek berhemên bi nirx afirandin û gelek stranên gelêrî jî ji windabûnê rizgar kirin.

Ev amûra Quşme di kombûn û dawetan de tê bikaranîn û li Rojhilatê Kurdistanê bi navê Duzele tê naskirin. Di nav kurdên Xorasanê de bi navê Quşme tê naskirin û li piraniya bajarên bakurê Xorasanê ev amûra han heye û amûreke resen a Kurdî ye.

Xan Mihemed weha behsa amûra xwe kiriye:

Quşme ku ez dijenim ev nêzî 60 salan e di nav tiliyên min de ye û di hemû bername, kombûn û dawetan de bi min re bûye û ew amûra han ji perrên teyrê Baz hatiye çêkirin û bo zeliqandina bi yektir a perçên vê ji curek zelqokê sûd hatiye wergirtin ku ji hêsirên çavên Xezalê berhem tê, ji ber vê jî deng û çîpîna vê bi tevahî sirûştiye û pêkhatiya awaza nav sirûştê ye.  

Mamoste Xan Mihemed roja Duşemê 12ê Pûşpera 2723an Kurdî an 03.07.2023an koça dawî kir, û bo heta hetayê xatir li Quşme û mûzîkjeniyê xwest, lê nav û deng û hunera Xan Mihemed wê heta hetayê di nav gel, nîştiman û hezkirên wî de bo bîranînan bimîne.

Karakterê dîzayînerê: Hêmin Qaremanî

KURDŞOP
659 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!