Şehram Nazirî, şovalyeyê hunerê û hunermendê serekî yê Asya

Şehram Nazirî, 18 Sibata sala 1950 li kuçeya Yeçal li taxa Berzedemax ya bajarê Kirmaşanê li nav malbateke kurd û hunermend de ji dayîk bûye.

Kurdshop - Şehram Nazirî, hunermendê navdarê mûzîka resena kurdî û Îranî, xwedanê nasnava “Şovalyetê Hunera Îranî” ye.

Şehram Nazirî, 18 Sibata sala 1950 li kuçeya Yeçal li taxa Berzedemax ya bajarê Kirmaşanê li nav malbateke kurd û hunermend de ji dayîk bûye. Diya wî ew fêrî mûzîk û helbestan kiriye. Bavê wî jî dengek xweş hebûye û hem şarezayê awazên Îranî bûye û hem jî li saza sêtarê xistiye.

Bavê Şehram Nazirî, li ser rêça hunermendên wê deverê bi taybet Şêx Dawidî çûye. Mamosta Perwêzxan Pûrnazirî, berniyas bi Hacî Xan, mezinê wê malbatê bûye û ji şagirdên Derwêşxan û Kolonêl Wezîrî bûye. Piraniya şarezayên mûzîka Kirmaşanê ji aliyê wî ve fêrî nota û mûzîka Îranî bûne.

Ji ber wê jî Şehram Nazirî karî di temenê 7 saliyê de, yekem bernameya huneriya xwe di radyoya Kirmaşanê de pêşkêş bike.

Nazirî di 11 saliyê de di radyo û televîzyona Îranê de çend bernameyên hunerî birêve biriye û ji aliyê çendîn hunermendên berniyas ve ders wergirtiye. Zêdetirî 40 albumên wî yên stranan hene û li piraniya welatên cîhanê konsêrt daye. Di album û konsêrtên xwe de bi zimanên kurdî û farsî stran gotiye.

Karîkator dîzayn: Hêmin Qaremanî

Di jiyana xwe ya hunerî de gelek hewl daye bo nasandina ferheng û mûzîka kurdî, ji ber wê jî gelek xelatên navxwe û navdewletî wergirtiye:

Xelata Konkorza mûzîka folklore (1976)

Xelata baştirîn mûzîka îrfanî ya cîhanê- Festîvala Mexrîb (1997)

Xelata taybet ya bajarê Îroyn li eyaleta Kalîforniya ya Amerîka (2006)

Nîşana Lejiyon de Nor ya dewleta Fransa (2007)

Xelata Şovalyeyê edeb û hunera Fransî ji aliyê hikûmeta Fransa ve (2007)

Nasnavê hunermendê taybetê Asya ji aliyê korbenda Asia Sosiety ve (2007)

Nasnavê “Hunermendê Serekî yê Asya” ji aliyê Civata Komeleya Asya ve

Nasnavê “Bilbilê Welatê Persan” ji aliyê New York Times ve û nasnavê “Luciano Pavarotti” ji aliyê The Christian Sicence Monitor ve wergirtiye.

Xelata mîrata kulturî ya rojava û medalya zêrrîn ya Mewlana ji aliyê Wezareta Reşenbîriya Tirkiyê ve û çendîn xelatê din jî wergirtiye.

Sala 2022 li Hewlêrê, di merasimekî de ku ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî û Lawan ya Herêma Kurdistanê ve hatibû orgenîzekirin, Şehram Nazirî hat xelatkirin û medalya zêrrîn ya Sendîkaya Hunermendên Kurdistanê wergirt.

Şehram Nazirî di wê merasimê de got: Hûn hemû dizanin min gelek xelatên mezin wergirtiye lê yek ji wan xelatan bi qasî vê xelata Wezareta Reşenbîrî û hikûmeta Herêma Kurdistanê, bo min bi nirx nebûye.

KURDŞOP
721 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!