Helbestvan û Nîvîskarê mezin Feqiyê Teyran

Li gor hin dîrokzan dibêjin helbestvan û hozanvan û fîlozofê kurd Feqiyê Teyran di sala 1590ê ji dayîk bûye û di 1660ê de jî koça dawî kiriye. Lê li ser dayîkbûn û koça wî ya dawiyê gelek gotegotên cuda jî tên kirin.

Jiyana Feqiyê Teyran

Kurdshop – Li gor hin dîrokzan dibêjin helbestvan û hozanvan û fîlozofê kurd Feqiyê Teyran di sala 1590ê ji dayîk bûye û di 1660ê de jî koça dawî kiriye. Lê li ser dayîkbûn û koça wî ya dawiyê gelek gotegotên cuda jî tên kirin. Lê ya herî nêzîkî rastiyê ewê ku Feqiyê Teyran di sala 1590an de ji dayîk bûye û jiyanake pir bi wate û bi zanist jiyan kiriye.
Feqiyê Teyran, di gelek nivîsan de wek helbestvan û hozanvan tê pênase kirin û gelek helbestên pir bi wate elbet nivîsandine, lê ji ya hemûyê jî giringtir ew fîlozofekî mezin e. Di dema xwe de li ser hizir pir kûr bûye û pir nivîsandiye. Her çend heta roja me ya îro pirtûk û nivîsên wî negeheştibin dest me jî, lê hin pirtûkên wî geheştine roja me ya îro jî. Herwaha li ser felsefe û dîrokê di dema xwe de pêşketinên hizrî jî şirove û nirxandinên giring kirine. Ji ber wê jî zanistvanekî mezin ê dema xwe bûye.

Feqiyê teyran, xwediyê tegihiştina dema xwe ye. Heta ji wê jî giringtir mirov dikare bibêje ku têgeheştina wî ji ya dema xwe gelek pêşdetir e. Ji xwe pirtûka wî ya heta roja me ya îro hatî û ew helbestên wî jî nîşaneya wê yekê ye.

Hizra wî mezin e û li gor wê mezinayiyê jî pênase kiriye û aniye ziman. Li ser dîroka ol jî xwedî hizir û têgeheştinekî mezine. Dîroka olê de gelek kûr û zana bûye. Herwaha pêwendiya ol û felsefê de asteke pir bilind de pênaseyên wî hene.

Feqiyê Teyran li navçeya Miks a wê demê ser bi Colemêrgê ji dayîk bûye, lê piştre bajarê Miksê ket ser ­bi bajarê Wan a Bakurê Kurdstanê. Navê Feqiyê Teyran yê rastî jî, weka di çarîneyekî xwe de gotiye "Mihemmed" (Mîr Muhemmed) e. Feqî di helbestek xwe de jî navlêka xwe "Mîr Mihê" daniye. Ew bi xwe ji malbatek eşîrî ye. Bavûkalê wî ji Dewleta Osmaniya payeya mîr wergirtine. Di dîroka wêjeya kurdî de xwedî cihekî bêhempa digire. Helbestvan, destannivîs û çîrok nivîsekî mezin e. Kurê mirekî kurd e. Berhemên nivîskar wek Şêxê Senan, Qiseya Bersiyayî û Qewla Hespê Reş e. Her wiha, di nav nivîskarên kurd de cara ewil pexşan nivîsiye (Ber Sîs).

Tirbeya Feqiyê Teyran

Feqiyê Teyran perwerdeya medreseyê wergirtiye. Kesekî xwenda û zana ye. Di dema wi de axa Kurdistan û rojhilat medreseyên olî hebûne. Di wan medreseyan de agahiyên olî, dersên ziman û wêjeyê hatine dayin. Bi navê “Feqî” peyva ilm û şagirtiyê ya “teyrê” ji berhema bi navê mentiq et-teyrê têt in. Ev berhema ku pir tê zanin a Ferîdedîn Etar e. Wateya wê, axaftina çûka ye. Feqî hem ji aliyê şêwaza helbestnivîsê, hem jî ji aliyê ramanî ve tesîr ji Feridedîn Atarî girtiye. Mewlana jî tesîr ji ferasata tesewufî ya Feridedîn Atarî girtiye. Feqî di wêjeya kurdî de helbestvanekî girîng yê ku li ser xweza, evîn û tesewûfî nivîsandî ye. Di nava gel de baş tê nasîn. Navê wî yê ku herî zêde tê zanîn Feqiyê Teyran e. Lê em dizanin ku di berhemên xwe de bi navên wek Feqê Tera, Feqiyê Gerok, Miksî, Xoce, Mîr Mihê, Mim û hê jî bi kar aniye. Li gorî lêkolînan, dibe ku Feqî ji malbateke mîran be û navê wî yê bi rastî Mihemed e. Tirbeya wî naha jî li navçeya Miks a Wanê ye.

Gor û tirbeya Feqiyê Teyran

Hin berhemên Feqiyê Teyran ew in;
1-Şêx Sen’an
2-Dimdim (Kela Dimdimê)
3-Bersîs (Bersîsê Abid)
4-Qewlê Hepsê Reş.
Xeynî vana “Sîseban” û “Ferx û Sitî” jî weka berhemên wî têne nîşandan lê ev hêj nehatine peyitandin.

Çarînek
Bizan ku min yar tu yî
Ez kuştim yekcar tu yî
Bê dest û hem pa tu yî
Ê bi xezeb xwendî ez im

Zencîr bi zendê ez im
Aşiqê cindî ez im
Dil jî birîndar tu yî
Cama pîyala tu yî

Delala mala tu yî
Nîmeta ala tu yî
Yar di xeyalê ez im
Bi girt û berdan tu yî
Feqiyê Teyran

KURDŞOP
1019 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!