Seywan Îbrahîmî ji layê Dadgeha Şoreşê ya bajarê sine, bi serokatiya Dadgêr Keremî, bi tometa çêkirina "komên têkbirina ewlehiya gel” bi 10 sal û bi tometa "propagendaya li dijî dewletê" bi salek cezayê girtîgehê hate sizadan.
Mamoste û çalakê sîvîl, di tîrmeha îsal de bi tometa “Têkdana ewlehiya giştî” ji aliyê Dadgeha Cezayê bajarê sine bi salek cezayê girtîgehê û dersînor kirin ji warê xwe û 40 qamçiyan hat sizadan. Piştre Dadgeha pêdaçûnê cezayê girtîgehê û qamçiyan li ser wî erê kir û cezayê dersînor kirina wî hilweşandin.
Seywan Îbrahîmî li ser rûpela xwe ya di tora civakiya înstagramê ragihandiye ku tometên ku bûne sedema hikmê 12 sal girtîgehê, ji wan pêktên: "Berpirsiyaretî di encumena Nojîn û çalakiyên wê encumenê", "Piştgirî kirin li berxwedana hevjîna xwe, Zara Mihemedî" û "Parvekirina wêneyên şehîdan di torên civakî de” û herwisa “Hebûna têkiliya wî bi kenala Kurd TV re”. Lê ev di demekê deye ku haya wî ji hebûna kanaleke wisa nîne.
Hevjîna Seywan Îbrahîmî, mamoste Zara Mihemedî sala par ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya bajarê sine, 5 sal cezayê girtîgehê li ser hat birîn. Piştre bi şêweyek bi guman û bêy ku xwe û parêzerê wê bihên agehdarkirin, ji girtîgehê hat azad kirin.