10 ji Endamên “Platforma Ciwanên Serbixwe” Sonda Jiyana bi Kurdî xwarin

Endamên “Platforma Ciwanên Serbixwe” li meydana "Şêx Seîd" a bajarê Amedê yê ser bi Bakurê Kurdistanê “Sonda Jiyana bi Kurdî” xwar in. Wan bi navê Xwedayê Kurdistanê sond xwarin ku ji niha û pê da di hemû qadên jiyanê de bi zimanê Kurdî bijîn û biaxivin.

Beşek ji endamên “Platforma Ciwanên Serbixwe” roja Yekşemî 5ê meha Mijdarê, li bajarê Amedê, li meydana “şêx seîd” çalakiyek bi navê “Sonda Jiyana bi Kurdî” li dar xistin. Wan di agahdariya xwe de îşare bi vê çendê kirin ku ev çalakî wê qonax bi qonax, bi hejmarên cuda û li bajarên cuda yên Kurdistanê bi berdewamî were lidarxistin, heta ku hemû netewa Kurd di hemû qadên jiyanê de bi zimanê xwe biaxivin. 

Di beşek ji agahdariya şermezariyê de, “Platforma Ciwanên Serbixwe” derbarê armanca çalakiya xwe wisa dibêjin: “Ev çalakî bi xwe re dê jiyaneka nû derbixe holê ji bo hevalên me yên sondxwer! Çimkî piştî vê biryarê êdî jiyaneka di nava vê sîstemê da, jiyaneka bi civaka fermî re ne mimkin e! Êdî em ê dest bi avakirina jiyaneke alternatîv bikin û ev jiyana alternatîv dê bi hemû alîyên xwe ve bi rêya cureyên din ên çalakiyên şermezarî re were ragihandin bo hemû netewa me û civaka navneteweyî. Yanî em ê jiyana sîstemê ku bi ser me de hatiye sepandin bi jiyana xwe şermezar bikin, dê jiyana me ji serî heta binî de bibe çalakiyeka şermezarî, dê jiyan bibe berxwedan, dê jiyana alternatîv bibe berxwedana pasîv li dijî sîstemê!”. 

 

Sondnameya Platforma Ciwanên Serbixwe:

 

Sondnameya Platforma Ciwanên Serbixwe:

Sond bi navê  xwedayê Kurdistanê!
Sond bi navê    xwedayê Kurdistanê!
Sond bi navê   xwedayê Kurdistanê!

Ez ê ji niha û pê da li Kurdistanê di hemû qadên jiyanê de bi Kurdî biaxivim!
Ez ê ji niha û pê da li Kurdistanê di hemû qadên jiyanê de bi Kurdî biaxivim!
Ez ê ji niha û pê da li Kurdistanê di hemû qadên jiyanê de bi Kurdî biaxivim!

Heta hemû netewa Kurd di welatê xwe di hemû qadên jiyanê de bi zimanê xwe biaxive ez ê di vê têkoşîna xwe de berdewam bim, ez ê berdewam bim, ez ê berdewam bim!

KURDŞOP
684 Dîtin

Dengbêjê hezkirî “Qadirê Sofyanî” koça dawî kir

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!