Kurdshop - Armîta Gerawend a keça kurd a xelka parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê ku bi malbata xwe re li Tehranê dijiyan, roja 1ê cotmeha îsal, li metroya Tehranê dema ku bi du hevalên xwe re diçûne dibistanê, rastî êrîşa pasevanên hîcabê hat û wan hêzan bi lêdan û kutanê çend derbeyek bi serê wê xistin û ji bo nexweşxaneya Fecrî ya girêdayî artêşa Îranê li Tehranê hate veguhastin û di komayê de hate razandin.
Di heyema 28 rojên borî de rewşeke ewlehî ya giran bi ser nexweşxaneyê de serdest bû. Ew rojnamevanên ku ji ber çêkirina raporan li ser wê bûyerê ber bi nexweşxanê ve çûbûn, hatine girtin û malbata Armîta jî rastî zexta hêzên ewlehî hat û rêya belavkirina her cure zanyariyekê ji aliyê wê malbatê ve hate girtin.
Armîta piştî 28 rojan di nexweşxaneyê de îro di demekê de canê xwe spart ku hêzên hikûmetê hewl dane rastiyê ji raya giştî veşêrin. Ev ku temenê wê 17 sal bû, 15 roj piştî yekemîn salvegera kuştina Jîna Emînî ji aliyê hêzên polîsê Geşta Îrşad yên Tehranê ve, bi destê komeke nû ya serkutkar a bi navê Pasevanên Hîcabê jiyana xwe ji dest da.
Piştî kuştina Jîna Emînî û destpêkirina şoreşa Jin-Jiyan-Azadî li Rojhilatê Kurdistanê ku piştre seranserê Îranê li xwe girt, rakirina xavikan û redkirina hîcaba bi zorê ji aliyê jin û keçên Îranê ve, bû beşeke sereke ya wê xebata medenî li dijî hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê û di vê pêxemê de jî bi dehan jin û keç bûne qurbanî û bi sedan kes jî ketine girtîgehan. Armîta Gerawen qurbaniya herî dawî ya Jin Jiyan Azadî û redkirina hîcaba bi zorê ye.