Hunermend Şivan Perwer berhemekî nû li ser ‘’Peymana Lozanê’’ belav kir

Zagros Cîlo

Kurdshop – Hunermendê kurd ê navdar Şivan Perwer di salvegera sedsaliya Peymana Lozanê de wek helwêstekî dijberî wê peymanê berhemekî nû belav kir.

Hunermendê navdar ê kurd Şivan Perwer, bi boneya salvegera sedsaliya Peymana Lozanê, ku bi wê peymanê ve Kurdistan hatibû dabeş kirin û piştî wê peymanê jî siyaseta tinekirin, asîmîlasyon ango bişavtin û komkujiyan li hember gelê Kurdstanê hate birêvebirin û gelê kurd ji hemû mafên xwe yên bingehîn bêpar hate hiştin û êş û rondikên çavan bû para gelê kurd û li hember wê zulma ku sedsale berdewam dike, wek helwêstekî hunerî ji aliyê hunermendê kurd ve berhemekî nû hate belav kirin.

Strana ku gotin û awaze wê her dîsa ji aliyê Şivan Perwer ve hatiye afirandin, Produceriya muzîkê ji aliyê Hakan Akay ve hatiye kirin û herwaha wêne û videoyên klîpê jî ji aliyê Rohlat Îbish ve hatiye amade kirin. Di video klîbê de balkêşana ser Peymana Lozanê û bi gotin û wêneyan ve êş û belayên bi serê gelê kurd hatine tên pêşandan.

Peymana Lozanê ku Kurdistan hate parçe kirin, herwaha bê dadperwerî û bê wijdaniyekî dîrokî ya herî mezine li hember gelê kurd hatiye kirin û di dîroka ti miletekî de peymaneke bi wî awayî ya yek alî 14 dewlet bicivin û li ser qedera gelekî biryarê bidin nehatiye dîtin. Herwaha piştî wê peymanê her cure zulm ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve ku hate kirin, ji aliyê hemû cîhanê ve ew zulm rewa hate dîtin an jî li hember wê zulmê hemû cîhanê çavên xwe girtin, ji nedîtî ve hatin, guhên xwe daxistin û nebîhîstin û xwe ji wê zulmê bêagah kirin. Lê bi qasê dagirkerên Kurdistanê li hember wê zulmê tewanbarin, herwaha hemû cîhana ku li hember wê zulmê xwe bêdeng û bê helwêst hiştiye jî şirîkê wî tewanî ye.

Herwaha piştî wê peymanê dagirkerên Kurdistanê, serok û rêberên gelê kurd darve kirin, teror kirin, girtin û kuştin, her cure îşkence, lêdan, komkujî û siyasetên înkar û îmhaya gelê kurd hatin birêvebirin, lê heta roja me ya îro jî ti helwêstek li hember wê zulmê nayê nîşandan.

Elbet dikare bê gotin kurdan jî di sedsala borî de gelek kêmasiyên wan hebûn, nekarîn yekbûnê ava bikin, xwe bi awayekî hemdemî rêxistin bikin, pirsgirêkên xwe yên navxweyî derbas bikin, parçebûna ku heyî bi siyasetekî netewî nekarîn derbas bikin, lê her çi dibe bila bibe ew hemû kêmasiyên kurdan jî peymanekî wisa dîsa mafdar dernaxe û ti bahaneyek wî tewanê ku li hember gelê kurd hatiye kirin qebûl nake û di dîroka mirovahiyê hemûyê de jî ev peyman wek rûreşiya hemû mirovahiyê jî dê cîh bigre.

Li ser vê peymana rûreşiya mirovahiyê ya li hember gelê kurd hatiye kirin, ev berhema nû ya hunermendê kurd ê navdar Şivan Perwer dikare bê gotin, di cîhê xwe û di dema xwe de ye û helwêstekî kurdperwerî û netewperwerî û welatparêziyê ya giring e û cîhê destxweşiyê û rêz lê girtinê ye.

KURDŞOP
723 Dîtin

Dengbêjê hezkirî “Qadirê Sofyanî” koça dawî kir

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!