Kurdshop – Pêvajoya serlêdanê ya ji bo Mîhrîcan ango Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ya 8emîn destpê kir.
Navenda Çand û Huner a Cegerxwîn li Amed a Bakurê Kurdistanê, di sala 2011'an de bi navê "FîlmAmed" festîvala belgefîlman li dar xist. Heta 7 festîvalan hate li darxistin, lê piştî ku ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve bi rêya qeyûman ve dest li ser şaredariya Amedê hate danîn, wekî gelek xebatên din ev xebat jî rawestiya. Û niha FîlmAmed carek din li dar dikeve û li benda belgefîlman e.
8'emîn FîlmAmed Festîvala Belgefîlman îsal wê li Amedê li dar bikeve. Îsal Komeleya Akademiya Sinemayê ya Rojhilata Navîn (OSAD) û hin saziyên sivîl bi hev re festîvalê li dar dixin.
Komeleya Sînemayê ya Rojhilata Navîn şert û mercên serlêdanê ya Mîhrîcanê aşkere kir û li gor wan şert û mercan, “di serî de belgefîlmên, ji ber çi sedemê dibe bila bibe, hatine sansurkirin, nikarin li cihekî din werin pêşandan; wek qadeke parvekirin, nirxandin, nîqaşkirin û pêşandana tevahiya belgefîlmên ku tê de li hemberî tu nasnameyeke etnîk, olî, zayendî û çandî êrîş û heqaret tinebin, em îsal Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê ya 8emîn li dar dixin. Ji bo mîhrîcanê dê belgefîlmên ku 2020an vir ve hatine çêkirin bên qebûl kirin.”
Pêvajoya serlêdana Mîhrîcanê di 3yê Tîrmehê de dest pê kiriye û heta 31ê Tîrmehê wê dewam bike. Mîhrîcan îsal wê di navbera 27ê Îlonê û 1ê Çiriya Paşiyê de pêk bê.
Serlêdana fîlman wê bi rêya malpera filmamed.ortadogusinema.com-ê ango bi rengekî online wê pêk bê.
Wê piştgiryê bidin çêkirina belgefîlman
Tîma amadekar a Mîhrîcanê diyar kir ku wê piştgiriyê bidin çêkirina belgefîlman. Bi taybet projeyên ku balê dikişînin li ser pirsgirêkên civakî, mafên mirovan, yên cudahiyan, pirsgirêkên penaberan û wekheviya zayendî, yên rêzê ji mafên çandî re digrin û bi taybetî li Amedê û derdora wê bên kişandin wê bikaribin piştgiriyê werbigrin.
Kesên ku dixwazin ji bo fîlmên xwe piştgiriyê bidest bixin, dikarin vê forma serlêdanê dagirin