Pêncem Festîvala Cîlo li Golên Satê yên Geverê birêve diçe

Şadî

Kurdshop – Li navçeya Gever a Colemêrgê, golên qeşayî yên Satê, wê îsal cara 5.mîn mêvandariyê ji festîvala ku wê bê li darxistin re bike.

‘’5.mîn Cîlo Fest’’ ku tê plankirin di 1 û 2’ê  Tîrmehê de wê bê lidarxistin, herwaha festival dê li herêma golên qeşa yên Satê ya li çiyayên Satê ya navçeya Geverê bê li darxistin.

Beşdarvanên festîvalê, wê di bergeh û dîmenên herêmê de derfeta beşdariya çalakiyên weke Kano, bîsîklet, pereşûtên gelî, hilkişîn û flyboard’ê bi dest bixin.

Derbarê Festîvalê parêzgarê Colemêrgê Îdrîs Akbiyik diyar kir ku gelê Colemêrgê û xwezahez eleqeyekî mezin li hember festîvala ku li herêma bi bilindahiya 3 hezar û 400 metreyê de bê lidarxistin nîşan didin.

Parêzgar Akbiyik got: ‘’ Em li Çelê safariya wêneyan dikin. Festivala me ya berfê eleqeyeke mezin dibîne û balê dikşîne. Me îsal ji ber sedema erdhejê nekarî bikin. Sala derbas bûyî zêdetirî 20 hezar kes beşdar bûn. Divê nirxên li vir bikevin bin xizmeta geştiyariyê. Ji bo wan qadên giring bikevin bin xizmeta geştyariyê em hewldaneke mezin didin. Herwaha Colemêrg cîhekî gelek giring e.’’

Akbiyik got: ‘’Di festîvala me de gelek çalakiyên weke rafting, kano, bisîkletên çiya, trekking, peraşûtên gelî, hilkişîn, kaşvanî, snowboard û flyboard hene ku wê bala ciwan û heskiriyên xwezayê bikêşe. Herwaha gelek hunermendên me yên bi nirx hene dê beşdarî festîvalê bibin. Colemêrg paytexta çiyayan e. Em jî dê wan çiyayan bi awayekî herî baş binirxînin û ji geştiyariyê re bidin qezenc kirin. Colemêrg bi xwezaya xwe, dewlemendiyên xwe yên çandî û dîrokî û geştiyariya xwe ya zivistanê re, yek ji wan cihên bê hempa ye. Evana tenê bi Hîmalaya û Alpê re dikarin werin berhev. Li Colemêrgê jiyan heye werin û vê jiyanê bijîn’’

Melîh Malli jî ku bi grubeke 15 kesî re li Îzmîrê hatine Colemêrgê, dibêje: kesên ku ji xwezayê hezdikin û wêne kêşanê hez dikin teqez divê werin û bibînin. Ev der gelek xweşike. Ez cara yekem hatim û heyran mam’’.

Werzêşwanê ji Colemêrgê Mazlum Tekçe jî diyar kir ku ew ji ber ku di meha Hezîranê de jî dikarin çalakiyên zivistanê bikin, kêfxwaşin. Tekçe got, ‘’Me îro di gola cemedê de kaşvanî, hilkişîn û kano kirin. Em bi kelecan li benda roja festîvalê ne’’.

KURDŞOP
678 Dîtin

Dengbêjê hezkirî “Qadirê Sofyanî” koça dawî kir

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!