Li Almanyayê Festîvala ‘’Dengên Jinên Kurdistanê'' birêve diçe

Kurdshop - Li Berlîn a paytexta Almanyayê  bi navê “Female Voice of Kurdistan” (Dengên Jinên Kurdistanê) dê festîvalek birêve biçe.

Hat ragehandin di festîvalê de dê ji her çar parçeyên Kurdistanê 8 hunermend di navbera 24 û 25ê Hezîranê de konserên zindî û online bidin.

Herwaha hat ragehandin di festîvalê de ji Bakurê Kurdistanê Berfîn Aktay û Sakîna Teyna, ji Başûrê Kurdistanê Kawyar Hadî û Wajeda Xêro, ji Rojavayê Kurdistanê Jînda Kanco û Sîdar Îbrahîm û ji Rojhilatê Kurdistanê jî Sahar Lotfî û Hanî Mojtedy wê stranên xwe bistirên.

Operaya Hemdem a Berlînê bi piştgiriya saziya fonê ya Berlînê ve dê festîvalê li dar bixe û dê konser li Berlîn a paytexta Almanya, li Villa Elizabethê birêve biçe.

Berî naha jî bi heman şêweyî ji bo jinên Afganistan û Îranê jî festîval bi rêya heman saziyê ve birêve çû.  Saziyê beriya niha ji bo jinên Afganistanê bi navê “Dengên Jinên Afganistanê” û “Dengên Jinên Îranê” festîval pêk anîne.

Ji bo festîvala “Dengên Jinên Kurdistanê” salekê kar û xebat hatine kirin û piştî hilbijartina 8 hunermendên jin, dest bi amadekariyên festîvalê hatiye kirin.

Ji ber rewşa Kurdistanê, hunermendên Rojava û Başûr wê nikaribin li Berlînê konserên zindî pêşkêş bikin. Li şûna wê, konserên wan ên ku ji bo festîvalê di vîdeoyan de hatine tomarkirin, wê bi rêya sînevîzyonan bên nîşandan.  

Yalda Yazdanî derhênera hunerê ya festîvalê ye ku tevî Andreas Rochhollê derhêner û çeker, ji bo vê festîvalê li Kurdistanê geriyane û xebatên festîvalê birêve birine.

Herwaha wê çîrokên hunermendên ku beşdarî festîvalê bûne jî weke vîdeoyên kurt bên nişandan.

 

KURDŞOP
692 Dîtin

Dengbêjê hezkirî “Qadirê Sofyanî” koça dawî kir

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!