Şadî
Kurdshop – Li navçeya Pulurê ya ser bi bajarê Dêsîm a Bakurê Kurdistanê, bi piştgiriya koperatîfa xwezayê ya Pulurê, bi armanca aşkera kirina xebatên jinan atolyeya hunerên destan hat vekirin.
Li atolyeya karên destî yên weke berrik, xalîçe û raçandin-tevnandin, wê ji aliyê jinan ve werin pêkanîn.
Atolyeya ku bi amadebûna gelek mêvanan hate vekirin, li qata serî ya navenda çanda Behzat Fîrîk de cîh digre.
Şaredarê Dêrsîmê Fatîh Mehmed Maçoglu, Serokê Koperatîfa Xwezayê ya Pulurê Hayatî Gungoren û çavdêrê atolyeya karên destî Gulfîraz Al jî ku beşdarî merasîma vekirinê bûn, herwaha konsera hunermend Metîn Qehreman, Taner Înal, Loran Polad û koro ango koma şaredariya Dêrsimê jî beşdarî merasîmê bûn.
Şaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu, Serokê Kooperatîfa Xwezayê ya Ovacikê Hayatî Gungoren û Çavdêrê Atolyeya Karên Destan Gulfiraz Al jî beşdarî merasîma vekirinê bûn û konsera hunermend Metin Kahraman, Taner İnal, Loran Polat û Koroya Şaredariya Dêrsimê pêk hat.
Gulfîraz Al ku di merasîmê de axivî û diyar kir, ew li ser berr û xalîçeyan hilbirînê pêktînin û got:’’ Xebatên me pir bi kêf û dilxweşî derbas dibin. Em xebatên xwe bi piştgiriya koperatîfa xwezayê pêktînin. Ji bo me piştgirî pêwîste. Keda destan pêvajoyeke dirêj û zehmetî dixwaze. Di vê pêvajoyê de piştgiriya madî ji mere pêwîste. Êdî piştî wê em di wê baweriyê de ne ku wê bikaribin xwe bi pêşve bibin’’.
Serokê Koperatîfa Xwezayê ya Pulurê Hayatî Gungoren jî diyar kir ku Atolyeya Karên Destan xebateke ji bo xebatên jinan e û got,’’ Bi qasî ku ji destê me tê, em armanc dikin ku hilberîna wan karên destan ku vehonandineke çandî ye û di heman demê de mîrateyeke çandî ye, pêşve bibin. Armanceke me ya zindîkirina bi vî awayî heye. Ji ber wê jî me atolyeyeke bi vî rengî me ava kir. em sipasiya hevalên xwe yên jin ku di destpêka vê xebatê de ked dan, dikin. Em wisa hêvî dikin ku hewlbidin ji îro şûn ve xebatên hîn baştir jî pêkbînin’’.
Şaredarê Dêrsîmê Fatîh Mehmed Maçoglu, bal kişand ser girîngiya atolyeya ku ji aliyê xwezaya Pulurê ve li ser keda destan hatiye avakirin û got,’’ Xwezaya Pulurê di hilbirînên weke beqliyat û xorakan de, li gelek bajaran xebatan dimeşîne. Lê belê di xebatên li ser keda jinan yan jî qadên hunerên destî de kêmasî hebûn. Di vê atolyeyê de wê ew kêmasî bên temam kirin. Ev xebateke, ku wê keda jinan derxe plana herî pêş. Em di wê baweriyêdene ku wê bibe xebateke gelek girîng û bi nirx’’.