Kurdshop - Dengbêjê ku li navçeya Erxanî ya ser bi parêzgeha Amed a Bakurê Kurdistanê Zulfiqar Yumruk an jî wekî ku di nav xelkê de dihate naskirin ‘’Xalê Hecî Zifqarê Gulo’’ di temenê xwe yê 85 saliyê de ji ber nexwaşiyê koça dawî kir.
Hecî Zifqarê Gulo sala 1938ê li gundê Bagur a ser bi navçeya Erxanî ya Amedê ji dayîk bûye. Ji ber ku kurê dayîka xwe yê herî zêde jê heskirî bûye dayîka wî berdewam jê re gotiye gul û gula min û herwisa ew nasnavê Zifqarê Gul û piştre ji ber ku xorte Zifqarê Gulo li ser dimîne. Yekem car di sala 1970ê de şîrketekî çêkirina plakan wî dibe Stenbolê û plak ji bo wî tomar dike û demên ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê gotina stranên kurdî qedexe bû ew çû li Almanyayê plakên xwe çêkirin û plakên wî bi awayekî qaçax li Kurdistanê hatin firotin.
Dengbêj Zifqarê Gulo navûbangê wî belav dibe û gelek kaset ango albûm derxistine û piraniya wan jî bi dengbêjiya kurdî ye. Piştî rabûna qedexeya li ser stranên kurdî li Amedê jî albûm û kaset derxistin û gelek kilam û stranên dengbêjiyê jî yên wî bixwe bûn.
Zifqarê Gulo wekî ku berî naha bixwe behs kiriye, ti demekî neçûye dibistanê, tenê carekî çûye dibistana şevê û piştre bixwe fêrî xwendin û nivîsandinê bûye. Piştre diçe Hecê û ji xwe ji wê şûnde dibe Xalê Hecî Zifqarê Gulo.
Zifqarê Gulo ji sala 1971ê heta 1975ê 13 plakan çêdike. Yek ji dengbêjên herî giring ê navçeya Erxaniyê ye. Di stran û kilamên xwe de piranî li ser hejarî û feqîrî, mirinên ne di dema xwe de, li ser kelepor û evîndariyê gelek stran gotine. Di temenê xwe de nêzîkî 150 kilam çêkirin, 13 plak û 5 kaset û albûmên wî derketine. Beşdarî di gelek bernameyên televîzyonên kurdî û Radyoya Êrîvanê de gelek caran strana wî ya Şahîno dihate lêdan.
Dengbêj Zifqarê Gulo duh 30.05.2023yê li navçeya Erxanî ya Amedê koça dawiyê kir û li gor heskiriyên wî dibêjin stran û kilamên wî jî sêwî man.