Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bawername dan mamostayên zimanê kurdî

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di çarçoveya çalakiyên 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de bernameyeke li dar xist.

Kurdshop – Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di çarçoveya çalakiyên 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de bernameyeke li dar xist. Bernameya ser navê "Pîrozbahiya Cejna Zimanê Kurdî, Dayîna bawernameyên mamosteyên kurdî" li dar xist. 

Bernameya ku duh 20.05.2023yê  li Salona Navenda Çanda Mezopotamyayê hat birêve birin de, bi ser sedî re kes lê amade bûn. Bername hem ji bo 31'emîn salvegera damezrandina Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, hem ji bo Cejna Zimanê Kurdî û hem jî ji bo dayîna bawernameyên ji bo kesên bûne mamoste hat li dar xistin.

Destpêkê de ji bo bîranîna avakarên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê sînevîzyon hat nîşandayîn. Piştre jî Hevseroka Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Rezmiye Alparslan silav li mêvanan kir. Zimanzan Zana Farqînî jî behsa avakarên Enstîtuya Kurdî kir. Farqînî got ku dema Enstîtuya Kurdî ava bû em xwendekar bûn, avakarên wê ji bo me ronahî bûn. Farqînî di serî de Musa Anter, Feqî Huseyîn Sagniç û avakarên Enstîtuyê bi bîr anî û got, "Me ew kes dîtin; wan ji bo me pêşengî kirin. Musa Anter bo me gelek giring bû, ji ber ku lingek wî heta destpêka Komarê diçû, hay ji her tiştî hebû. Bo me şeref bû me ew dît."

Farqînî li ser saziyên kurdî sekinî, qala girîngiya wan kir, berdewamiya wan kir û got, "Ev dem û dezgeh divê bi tenê neyê hiştin. Tevger divê xwedî li saziyan derê. Gotina 'ziman rûmeta me ye' divê di gotinê de, wekî slogan nemîne. Zimanê me dengê pêşiyên me ye. Wan ev emanet daye me, em xiyanetê lê nekin. Em vî zimanî bigihînin zarokên xwe."

Piştî axaftinan dengbêj Sebrî Agirî û Mihemedê Beyro bi klamên xwe reng dan çalakiyê. Paşê bawername dan kesên di qursên Enstîtuyê de bi ser ketine û bûne mamoste. Îsal 13 kesî bawernameyên mamostetiyê girt û ew yek bi yek derketin ser dike, bawernameyên xwe girtin.

Çalakî herî dawî bi stranên hunermend Merwan Tan û hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê bi dawî bû.

KURDŞOP
664 Dîtin

Dengbêjê hezkirî “Qadirê Sofyanî” koça dawî kir

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!