Hunermendê Mêrdînê yê Bafirokan di festîvalekî Çînê de madalya zêrîn wergirt

Hunermendê çêkirina Bafirokan Zahît Mungan ê xelkê Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê ye, piştî bafirokekî sêalî ango sêbodî ya Teyrê Tawis çêkir û beşdarî festîvalekî Çînê bû û di wê festîvalê de madalya zêrîn bidest anî.

Şadî

Kurdshop – Hunermendê çêkirina Bafirokan Zahît Mungan ê xelkê Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê ye, piştî bafirokekî sêalî ango sêbodî ya Teyrê Tawis çêkir û beşdarî festîvalekî Çînê bû û di wê festîvalê de madalya zêrîn bidest anî.

Hunermendê  Zahît Mungan 32 saliye û xelkê Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê ye û ji zaroktiya xwe heta naha pêwendiya wî bi bafirokan ve heye û 26 sale jî pê ve mijûle û ji bo xwe kiriye pîşe.

Zahît Mungan, bi çêkirina bafirokên profesyonel ve heta naha 30 welatan geriya ye û bi teknîkekî taybet ê çil pîneyî ve, du hezar parçeyan tîne gel hev û di 5 mehan de ew Teyrê Tawis û kêvroşka pifyayî yên ku çêkirî ve beşdarî Festîvala Navnetewî ya Bafirokan a 40.emîn a Weifang a Çînê bû.

Di Festîvalê de Zahît Mungan bi bafiroka Teyrê Tawis di beşa ‘’Bafirokên Verimandî yên Sêalî’’ de madalya zêrîn bidestxist. Herwaha di beşa Bafirokên Estetîk de jî madalya bronz bidest xist.

Zahît Mungan vê derbarê de ragehand, heskirina wî ya li hember bafirokan di temenê biçûk de destpê kiriye û çanda dewlemend a Mêrdînê jî di bafirokên xwe de dinexşîne.

Mungan got, hemû hebûnên çandî yên bajêr, mîtolojiya wê di bafirokên xwe de dinexşîne û diyar kir: ‘’Ji bo nimûne Şahmeran, dîsa kûçeyên me yên teng de ew kerên ku ji bo karê paqijiyê tên bikaranîn û herwaha min bafiroka kotrê jî çêkir. Herî dawî jî min bafiroka Teyrê Tawis ku ji bo Êzidiyan pîroz e, min afirand.’’

Zahît Mungan got, dema ku Teyrê Tawis çêkiriye gelek zehmetî kêşandiye û bi teknîkê çil pîneyî ve kariye di 5 mehan de xilas bike. Û ragehand: ‘’Çêkirina bafirokê de min hemû parçe bi hevdu ve dirûtin û wisa çêkir. Min pir pê ve zehmetî dît. Her parçeyekî wê bi dirûtinê ve û min kedekî mezin da. 6 metreyan dirêj û 5 metreyan jî firehiya bafirokê ye.’’

Zahît Mungan got, heta naha ez beşdarî gelek çalakiyên wisa bûme, lê ev 10 sale min dixwest ez beşdarî Festîvala Bafirokan a Çînê ya Navnetewî bibim û diyar kir: ‘’Dema ku tê gotin bafirok, berî hertiştî Çîn û Weifang tê bîra mirov. Ew der peytexta bafirokan e. Ez ji bo wê festîvalê hatim vexwandim. Min di festîvalê de Teyrê Tawis firand û ez bûm şampiyonê cîhanê. Di festîvalê de bafiroka min eleqeyekî mezin dît. Nêzîkî 60 welatan bi sedan beşdarvan hebûn. Ji ber ez di wê festîvalê de bûm yekem û madalya zêrîn bidestxist ez gelek keyfxweş im û ji bo min kelecanekî mezin e û min destheqê keda xwe wergirt.’’

KURDŞOP
836 Dîtin

Dengbêjê hezkirî “Qadirê Sofyanî” koça dawî kir

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!