Li navçeya Cindirês a Efrînê şeva Newrozê êrîşî pîrozbahiyan hat kirin: 4 kurd şehîd bûn

Bûyer li kolana 16’an a Cindirêsê pêkhat û welatparêzên kurd ên ku dixwestin Newroza xwe pîroz bikin û li ser ban dema ku agir pêxistin gule li wan hatin rêşandin

Kurdshop – Li navçeya Cindirês a Efrîn a Rojavayê Kurdistanê şeva Newrozê ji ber pîrozbahî û pêxistina agirê Newrozê ya ji aliyê welatparêzên navçeyê ve, êrîşeke çekdarî ji aliyê çekdarên ser bi Ehrar El Şerqiye ve pêkhat û 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li navçeya Cindirês a Efrînê ya ku naha di bin dagirkeriya dewleta Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûrî ya ser bi wê ve ye, şeva Newrozê êrîşeke çekdarî li hember hewldanên kurdên welatparêz ên ku dixwastin Newrozê pîroz bikin pêkhat û di encamê de 4 kurdên navçeyê di wê êrîşê de jiyana xwe ji dest dan.

Bûyer li kolana 16’an a Cindirêsê pêkhat û welatparêzên kurd ên ku dixwestin Newroza xwe pîroz bikin û li ser ban dema ku agir pêxistin gule li wan hatin rêşandin. Hat ragehandin ew 4 kurdên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane navên wan waha ye: Ferhan Osman ê 43 salî, Îsmaîl Osman ê 38 salî, Mihemed Îsmaîl Osman ê 18 salî û Mihemed Osman ê 42 salî ne.

KURDŞOP
867 Dîtin

Dengbêjê hezkirî “Qadirê Sofyanî” koça dawî kir

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!