Kurdshop – Rehman Pîrebab birêveberê Îdareya Karûbarê Çandiniyê ya Mehabadê ragehand ku îsal 90 hezar ton sêv li sînorê bajarê Mehabadê berhem hatiye û ji vê rêjeyê 30 hezar ton hatiye nav bazarê û 60 hezar ton jî li sarxaneyan hatiye paşekeftkirin.
Cuda ji vê 90 hezar tonî 34 hezar tonê sêvê veriyayî ên bin daran jî li baxçeyên Mehabadê hatine komkirin û bo kargehên pîşesazî hatine veguhsatin.
Berhema îsal a sêvên Mehabadê 50 hezar tonî ji sala borî kêmtir bûye.
Parêzgeha Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê her sal zêdetir ji yek milyon tonî sêvan berhem tîne û bi vî rengî jî pileya yekem a berhemanîna sêvan li asta Îran û Rojhilatê Kurdistanê heye.