Nexweşiyên Gurçikê

- Nadiya Resûl

 

Nexweşiyên gurçikê: cure, sedem, nîşan, rêbazên dermankirinê û kengî divê mirov biçe gel bijîşk an nexweşxaneyê?

Agahiyên li ser gurçikê:

Gurçik di pergala mîzê de endamekî dişibe heba fasûlî. Yek ji karên sereke yê gurçikê, paqijkirina laş ji jahr û nepakiyan e. yek ji wan nepakiyan mîz e. Herwiha gurçik bi xwînê re dibe alîkar û wê ji nepakî û xwêya zêde xelas dike, da ku paşê wê xwîna paqij ji dil re vegerîne û dil jî paşê ji wê xwînê li hemû laş belav bike.

Gurçika saxlem di navbera her deqeyekê de litirek xwîn paqij dike paşê wê nepakiya ji xwînê derdixe dike mîz û bi  rêya boriyên xwe dişîne kîsê mîzê. Mirov jî bi qasî ku ew kîs tiji dibe bi  rêya çûyîna xwe ya Tiwalêtê wê nepakiyê ango mîzê ji laşê xwe derdixîne.

Parçeyên Gurçikê:

Yekeyên gurçikan (nephrons) beşa herî girîng a gurçikan e. Fonksiyona wê di wergirtina xwînê, Naveroka xwarinê û derbaskirina hilberên bermayî di nav xwîna parzûnkirî de ye, ji ber ku her gurçik bi qasî mîlyonek yekeyên gurçikê dihewîne. Hin ji wan yekeyan ev in:

Heba gurçikê (Renal corpuscle) Ew pêkhateya wegirta xwîna ku ji yekîneya gurçikê tê distîne û ji du beşan pêk tê:

The glomerulus

The Bowman capsule

Boriyên Gurçikê (Renal tubules) Ew rêzek lûleyan e ku piştî kapsula Bowman dest pê dike û berî kanalên berhevkirinê diqede.

Qaqilê Gurçikê (Renal cortex) parçeyê derveyî yê gurçikiyê ye li dora wê borî û li aliyên wê qatek ji don heye gurçikê ji hundir ve diparêze.

Îçê Gurçikê (Renal medulla) Ew tevna hundurê gurçikê ye ku girêka Henle û pîramîdên gurçikê vedihewîne.

Hewzê Gurçikê (Renal pelvis) laşê mirov bi  rêya hewzê mîzê xwe ji nepakiyên heyî xelas dike. Ev parçe ji dikeve îçê gurçikê û berê wê dighêje boriyên kîsê mîzê.

Awayê xebitîna gurçikê:

Gurçik yek ji pergalên herî girîng ên laşê mirov e, berpirsiyarê paqijkirina xwînê û paqijkirina wê ji jahr û pêkhateyên zêde yên ku bi mîzê ji laş têne derxistin re ye.

Cureyên nexweşiyên gurçikê:

- Nexweşiyên şêkir ên giran

- Bilindbûna asta xwînê

- îltîhabên gurçikan

- Nexweşiyên ji dayîkbûnê

- Seknandina gurçikan ji kar

Sedemên nexweşiya gurçikan:

Temen mezinbûn

Vexwarina caxreyê

Negermbûn

Nexweşiyên dîtir ên laş ku bandore li gurçikan dike:

Nexweşiya şekir

Sekta dil

Asta xwînê

Nîşaneyên nexweşiyên gurçikê:

Serme xwarin an êş.

Hiskirina bi êş an şewatê di dema mîzkirnê de.

Pêdivî ye ku pir caran mîz bike.

Hîskirina bi êşê di alên laş û piştê de.

Vereşandin û gêjbûn.

Dermankirina nexweşiyên gurçikê:

-  Herî pêşîn heger nexweşiya gurçikan giran be dive mirov li gorî dermanên ku bijîşk. jê re destnîşan dike bixwe.

-  Divê mirov rojane pala xwe pirtir bide vexwarina avê û pêkateyên ji wê.

-  Vexwarina hin gîhayên mîna beqdenûs, babûnic, yanesûn, cehtera berî û hwd.

Parastina ji nexweşiyên gurçikê:

Mirov dikare kar û tendirûstiya gurçikê bi rêya van tiştan biparêze:

- Her pêşîn divê mirov ji bilî dermanên ku bijîşk li gorî nexweşiya wî dide nîşankirin bixwe ji ber ku ji bilî hiwa dermanên ku mirov ji xwe ber dixwe bandore li tendirûstiya gurçikan dike û qelsiyê dike karê wê.

- Divê mirov ji wan gîhayên bijîşkiya gelêrî hinekî xwe biparêze û her tiştî venexwe ji ber ku ew gîhayên mirov vedixwe ji aliyê zanistî ve hîna başiya wê nehatine tekezkirin, lewma hin ji wan bandore li karê gurçikan dike.

- Divê mirov rojane pala xwe pirtir bide vexwarina avê û pêkateyên ji wê.

- Pêkanîna werzîşê.

- Xwarina xwarinên baş.

- Derketina ji xwarina xwêya zêde.

- Derketina ji vexwarina mey û derketina ji çaxreyê.

kengî divê mirov biçe gel bijîşk an nexweşxaneyê?

Heger ji aliyê gurçikan de êşeke ku nayê tehmûlkirin hebe dive mirov yekser biçe gel nexweşxaneyê yan bijîşk û xwe li malê ranegirê.

Gava ku di nava nepakiya mîzê de xwîn hebe.

Heger iltîhabên mîna rengên zer, sor gewrên giran û hwd

Heger bi mîzê re êşeke giran û şewat hebe.

KURDŞOP
382 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!