Parastina pîst di demsala Zivistanê de

Sedema qelişîna pîstê destê mirov vedigere bo wê ku teratî di hewa de kêm e û cudahiya tî û germaya li derve û li malê dibe sedema hişkbûna pîst e, û ew mijare sedema jidestdana terahiya pîst e û rastî ziyan û xisarê tîne. Helbet zû zû şûştina dest, bikaranîna keresteyên kîmyayî û hinek ji nexweşiyan jî dikarin sedema pirsgirêka hişkbûna pîst bin. Li ser wê halê jî, ji bo hîdratragirtina pîst hin rêkar hene ku çaresera pirsgirêkan in.

Hewar Nûr

 

Pîst di xuyabûn û bedewiya mirov de bandoreke mezin heye, ji ber vê yekê, tendirustiya pîst xwedî girîngiyeke taybetî ye.

Pîstê saxlem, yekreng û bê leke ye. Paqij, şêrîn, nerm û di heman demê de avdar e û ter û nû ye û bedewiya pîst bi piranî vedigere bo wan taybetmendiyane.

Destpêka Zivistanê û hewayê sar yek ji sedemên hişkbûna pîst e, lewma pêwîst e çend xalek bêne berçavgirtin da ku ji pirsgirêkan dûr bikevin. Di demsala Payîz û Zivistanê de ku welat sartir e û hewa li gorî demsalên dinê hişktir e, dest û rûyên mirov ku rasterast bi hewayê derve re pêwendî hene diguherin û guherîna keşûhewa li ser wan bandor e. Di Zivistanê de pileya hewa dadikeve û rûbirûyê hişkbûna hewa tên, ji ber vê yekê pirsgirêkên pîst serî hildidin. Zêdetir lênêrîn hewce ye ku ewlehiya pîst were misogerkirin.

Di hewayê sar de çewirî û "lîpîdî"ya ser pîst kêm dibe û rastî hişkbûnê tê û dibe sedema xurîna pîst. Heta birîn jî direngtir çê dibin. Her lewma demarên biçûk ên pîstê tengav dibin û hereket û vegerîna xwînê di bin pîst de kêm dibe û pîstê mirov sor dibe.

Di sirê de hişkbûna pîstê bi taybetî qelşîna dest yan jî tûkildana lêvê mirov gelek adetî ye, herwisa gelek caran pîst rastî êgzêmayê tê.

Sedema qelişîna pîstê destê mirov vedigere bo wê ku teratî di hewa de kêm e û cudahiya tî û germaya li derve û li malê dibe sedema hişkbûna pîst e, û ew mijare sedema jidestdana terahiya pîst e û rastî ziyan û xisarê tîne. Helbet zû zû şûştina dest, bikaranîna keresteyên kîmyayî û hinek ji nexweşiyan jî dikarin sedema pirsgirêka hişkbûna pîst bin. Li ser wê halê jî, ji bo hîdratragirtina pîst hin rêkar hene ku çaresera pirsgirêkan in.

Sir û amûrên germkirinê yên di nav malê de (an cîhê kar) li dijî tendirustiya pîst in û zirardar in. Divê zêde hewl bê danê ku  odeyan zêde germ nekin, ji ber ku serma dikare çewiriya pîst kêm bike û rê li ber teratiya di hewayê de bigire.

Bikaranîna wan kireman ku ji bo wan pirsgirêkan hatine çêkirin û dikarin teratiyê bidine pîst û hîdrate bikin, yek ji hêsantirîn rêyên çareseriyê ne.

Divê kiremên ku ji bo çewirîkirina pîst têne bikaranîn taybet bin û cureyên kiremê jî li gorî pîst guncaw bin. Çêtir e ku meriv berî ku pîst çewir bike, ji wan kirêman yan ji losiyonane ku teratitê didine pîst bikar bîne. (Skin moisturizing cream) ew kirêmên ku gilîsîrîn, vazilîn yan parafînîş di wan de heye ji bo çewiriya pîst baştir in.

Xaleke din a girîng, bikaranîna kirêmên dijeroj in, tevî lawazbûna tîrêja rojê di demsala sirê de, lê dîsan jî ew tîrêjên bi ziyan her di hewa de hene.

Tîrêja serweyê binefşê, yek ji wan tîrêjên herî ziyanbar in ji bo pîst û bi hêsanî ji evran derbas dibin û ziyanê digihînine pîstê. Befr jî dikare 80 ji sedî pêşiya tîrêjên rojê bigire, her lewma di demsala sirê de bikaranîna kirêma dijerojê bo parastina pîstî gelek pêwîst e.

Xwarina baş jî dikare roleke baş ji bo parastina pîst û porê hebe, xwarina masî, rûnê “toweketan”, ji ber ku omêgaya 3 û omêgaya 6 tê de heye, ji bo wan kesên ku pîstê wan hişk e gelek qazanc e.

Divê rojane bi radeyeke pêwîst av, ew xwarinên ku vîtamîna C t heye wek êmîş, espenax, cureyên bîberan û kelekmê yan di rojê de xwarina libek heba vîtamîna C baş e û dikare pêşiya xemokî bigire ku di demsala Payîz û Zivistanê de, wek nesaxiyên demsalî têne holê.

Xaleke din ev e ku di Bihar û Havînê de laşê mirov zêdetir ji tîrêja rojê sûd werdigire û vîtamînên D a sirûştî di laş de çê dike, lê berevajî di demsala Payîz û Zivistanê de kêm dibe û pêwîst e hebên vîtamîna D werine xwarinê da ku ew kêmasiyane bêne qerebûkirin û pîst ji wan pirsgirêkan bê parastin.

Herwisa hebên “zînk” jî li ser tendirustiya pîst bandordar in û hebûna wan di laş de pêwîst e, çimkî di çêkirina bi sedan anzîmî de rol hene û hêza beravaniyê jî bi şiyan dikin.

Divê heyama mana di serşokê de kurtir be. Pispor ji bo şûştina ser 10 an 15 xulekekan pêşniyar dikin, û ji bo pêşîgirtina hişkbûna pîst divê kelûpelên paqijiyê bi başî werine hilbijartin. Piştî serşûştinê, berî ku pîst bi tevahî zuwa bibe, ji nû ve kirêma hîdrokirinê bikar bînin.

Dema sûdwergirtin ji keresteyên hişkirinê, divê hewl bê danê ku destên xwe hinekî ter bihêlin û nehêlin ku ew bi tevahî zuwa bibin.

Lixwekirina cilên zêde û peşmî ku sedemên xurîna pîst in ji bo wan kesan guncaw nîne ku pirsgirêka pîst hene, ger kesek bixwaze wan cilan lixwe bike, pêwîst e di bin de cilên nerm lixwe bikin.

Herwisa pêwîst e bê gotin, bo wê ku rastî xurîna pîst neyên, divê xwe lixwekirina cilûberg û pêlavên ku xav in, dûr bigirin, çimkî dikarin bibine sedema xurîna zêdetir ya pîst.

Bikaranîna emrazên ava germ (ango bixûr) dikare di demsala sirê de hewayê nerm bike û pêşî li hişkbûna pîst û heta arsimê jî bigire û ji bo henaseyê jî bikêr e.

Herwisa 8 demjimêr xew di şevê de dikare ji bo tendirustiya pîst baş be û sûdeke zêde jî bo laşê mirov heye.

Di dawiyê de tekezî li ser wê mijarê bê kirin ku saxlemiya mirov pêwendiyeke rasterast bi şêwaza jiyanê ve heye û divê em zêdetir agehdar û hestyara şêwejiyana xwe bin.

KURDŞOP
446 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!