Bandorên werzîşê li ser laşê mirov

Viyan Xîşkar

 

Werziş bi hemû çalakiyên fîzîkî yên laşê mirov û heta ne fîzîkî jî tê gotin ku ji bo tendirustî û bedewiya laşek bi rêkûpêk tê kirin. Werziş dikare bi şêweyê çend kesî û bi girûp wek fûtbol, ​​besketbol, ​​voleybol û hwd bê kirin. Şêweyên din ên takekesî jî yên wekî avjenî, bezîn û hwd in.

Heta dehika 1960ê, tenê ciwan û kesên ku di werzîşê de psporî hebûn werziş dikirin û di pêşbirkên navneteweyî de beşdarî dikirin. Lê paşê, bi derbasbûna demê re, piraniya xelkê bera xwe dane werzişê, sedema wê jî ew bû ku werzişkirin bandorek erênî li ser tendirustiya mirovan heye.

Di berdewamiya vê gotarê de em ê behsa tendirustiyên li ser laşê mirov û tev ew pirsên ku li cem me çê bûne ku werziş çima tendirust e û çi bandorek heye Bikin. Bi gişît hereket û çalakiyên rêkûpêk û bi plan dikarin şiyana masulkeyan zêde bikin û laş jî bi giştî bi hêz bibe. Werziş, oksîjen û mewdaya xwarinê baştir digihîne nav beşên laşê mirov û hevkariyê dike ku baştir kar bikin. Dema ku tendirustiya dil û pişik ber bi başbûnê ve here, wizeya mirov zêdetir dibe bo karûbarên rojane û mirov xurtir (serhaltir) dibe.

Werziş ne tenê ji bo laş belkî bo hundurê mirovan jî baş e. Dema ku mirov bi pirsgirêk an xemokiyê re rû bi rû dibe bera xwe dide werzişê da ku mêjî û hundurê wî\wê aram bibe û ji pirsgirêkan bi dûr be.

Di vir de em ê zêde behsa derûniya wê yekê bikin. Werziş yek ji wan rêkarane ye ku endorfînê di xwînê de bilind dike û ji vê rêyê ve dibe alîkar ji bo çareserbûna xemokiyê.

Werzişkirin bi awayekî rêkûpêk ne tenê dibe sedema çêbûna hormona endorfînê, belkî hin hormonên din ên wekî (norapî nifrîn, dopamîn û serotonîn) diazirîne û çê dibin û di encamê de dibine sedema çareserbûna xemokiyê.

Em ê li vir îşareyê bi çend werzişekê bikin ku di çareserkirina xemokiyê de bi bandor in:

1- Yûga

2- Zomba û Eyrobîk ku di mal de jî têne kirin

3- Avjenî

4- Qedemlêdan di nav sirûşt, daristan û parkan de

5- Tenîs

6- Werzişên girûpî

 

Çend bandoreke werzişê li ser laşê mirov:

- Werzişkirin bo kêmbûna kêşa laşê bi bandor e

- Kontirolkirina givaşa xwînê rêk dixe

- Pêşîkirin ji çêbûna rûnê (çewrî) laşê mirov

- Werzişkirin dibe sedema tendirustbûna pîstê mirov

- Parastin û berevaniyê ji nexweşiyên dil dike

- Şekirê kontirol dike

Çend bandorek werzişê li ser derûn û hişê mirov:

- Dibe sedem ku mirov hest bi xurtbûn (serhalbûn) bike

- Li ser mêjî û bîrkirinê bi bandor e

- di berdewamiya rojê de wizeya mirov zêde dike

- Werziş pêwendiya tendirustî ya dilê ye û li ser zêdebûna wêze bi bandor e

- Aramî û kalîteya xewê baştir dike

 

Ev çend xalek ji bandorên werzişê bûn ku bi xwendina van çend xalan ji bo mirov derdikeve ku werzişkirin çiqas bi sûd e, lewma divê hemû mirovek werzişê bike adetek xwe ya rojane da ku ji van pirsgirêk û nexweşiyane dûr be û laşek tendirust hebe û ji dûr nîne ku werziş bê nava jiyana hemû kesî, di rastî werziş kalîteya jiyankirinê jî bilind dike.

KURDŞOP
772 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!