Xorakên herî baş û çareseriya di dema zikçûn û verêşanê de

Ji bo dûrbûna wê nexweşiyê divê em ji mirovên ku pêketî û bi wê nexwaşiyê ketine, dûr bisekinin. Dûrketine ji hemû sebzeyên nepijyayî, baş şuştina destan berî û piştî xwarinê, vexwarina ava kelandî, şuştina fêkî û sebzeyan berî xwarinê û amadekirina wan û nexwarina xwarinên cemidandî û xwarinên pêjandî yên li derve, tedbîrên sereke ne ji bo pêneketina bi nexweşiyan.

Hanî

Di demsala Havînê de, divê takên civakê agahdarê wan vexwarin û xwarinên ku dixwin bin. Bi taybetî li Kurdistanê ku gelek caran hinek xwarin û vexwarinan li derveyî dukanan tên danîn û tîrêjên rojê û germa ku dikevin ber wan xwarinan, dibe sedema xerabûna wan xwarinan.

Xwarina wan madeyên xerab bûyî dibe sedema pirsgirêkên tendurustiyê, nemaze îshal û verêşîn. Ji ber vê yekê, divê em bizanibin ku xwarin û dermankirina herî baş ji bo îshal û verêşînê çi ye.

Ev nexweşiya giran a îshal û verêşînê ku di demsala Havînê de di nav welatiyan de çêdibe, hejmareke zêde ya şil û madeyên di laş de çêdibe û ji bo ku bê qerebûkirin û rê ji hişkbûn û bê avbûna laş bê girtin pir girîng e.  

Pêdivî ye ku hemî şilekên xwezayî, fêkî û sebze di parêzê de cih bigirin, lê bi vî rengî:

1 - Ev xwarinên ku di dema pêketinê de tên hilbijartin dibe bi hêsanî bên mehandin û li ser mîde sivik bin û ya baştir dûrbûn li bikaranîna rûnê tendurist û biharatên tîj û zêde ye.

2 - Divê demên xwarinan bi awayê şorba mirîşkan be, rûn an şorba zebzeyên pijandî û neina an nîsk an birincê nermkirî ya bê rûn lê zêde bikin.

3. Nexweş rojane hewcehî bi du lître an zêdetirî wê pêwîstiya wî/ê bi avê heye ku perdax perdax an jî di hin rewşan de qum qum avê vexwe. Ji ber ku divê me hay ji xwe hebe ku vexwarina zêde şilek û avê di heman demê de dibe sedem ku nexweş dilê wî tevlîhev bibe an jî pir biverêşe. Di wê demê de, ji bo kêmkirina pileya germahiyê û hem jî ji bo kêmkirina hestiyariyê dibe ku perçeyek cemedê were mijandin.

4 - Tiştê ku di vê rewşê de girîng e ku meriv jibîr neke xwarina wan xwarinên bi potasyûmê dewlemend in. Ya herî girîng ev in: Avokado, Zebeş, Qeysî, Hinar,

Porteqal, Mûz, Temate, Îspenax, Xiyar, Petate, Silq, Nîsk, Masî û … hwd. Ev çavkaniyên baş ên potasyûmê ne, lê carinan dibe ku bibe sedema felq û nerehetiya nexweş.

Yekî din li tedbîran ku bo vê nexweşiyê li destpêkê de nexweş dikare feyde jê bibîne ev e, perdaxek ava şîrtên di gel nîv Lîmona givişandî û kevçiyek hingivînê xwezayî û kevçiyek xwê.

 Lêbelê, mirovên ku şekir hene ku tûşî vê nexweşiyê dibin, divê serdana doktorê xwe bikin, ji ber ku ew ji yên din zêdetir û zûtir ava laşê xwe ji dest didin.  

Ew merivên ku zûtir egera tûşbûn bi vê cura nexweşiyê hene ev in:

1 - Merivên bitemen.

2 - Zarok.

3 - Merivên ku nexweşiyên demdirêj û kronîk heyîne.

4 . Merivên ku bi berdewamî dixebitin û di bin tîrêja rojê de ne.

Giyayên herî baş ên ji bo kontrolkirina wê nexweşiyê ev in:

1. Zerdeçû: Nîv kevçîyek zerdeçûyê têxin tasek ava germ; Rojê du heta çar caran vexwin.

2. Zencefîl: Rojê du heta çar caran wek çayê vexwin.

3. Tovên teretîzeyê: Rojê sê caran baş bikutin û di tasek ava kelandî de bihelînin û piştî 10 heta 15 deqîqeyan vexwin.

4 . Neina: Nîv kevçîyek rûnê Neinayê bi tasek ava germ an jî kevçîyek Neinaya hişk kirî an jî 15 pelên Ne`nayê têxin tasek ava germ û piştî 10 deqîqeyan vexwin.

 5. Gula Beybûnê: Sê kevçîyên hişk kirî yên Gula Beybûnê di nav sê pertax avê bo heyama yek çarêkê bikelînin û rojê du an çar caran, her demjmêrek berî xwarinê yan jî piştî îshal û êşa zikê vexwin.

Îshala domdar eger heye kêmtirî hefteyekê bidome, ji ber nexweşiyê û xwarina xwarinên gemarî û dem biser derbasbûyî û îshala domdar ji çar hefteyan zêdetir be, ji ber kolon û îltîhaba kolonê û wê rewşa xerab e.

Xwe parastin ji pêketina wê rewşa nexweşiyê

Ji bo ku em ji wê nexweşiyê dûr bin divê em ji mirovên ku pêketî û ew nexwaşî vegirtîne dûr bisekinin. Dûrbûn li hemû sebzeyên nepijyayî, baş şuştina destan berî û piştî xwarinê, vexwarina ava kelandî, şuştina fêkî û sebzeyan berî xwarinê û amadekirina wan û nexwarina xwarinên cemidandî û xwarinên çêkirî yên li derve, tedbîrên sereke ne ji bo dûrbûn li tûşbûn bi vê nexweşiyê.

KURDŞOP
650 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!