Gula Hêro û sûdên wê

Kulîlkên gula Hêro di mehên tîrmeh û tebaxê de tên kom kirin, koka wê jî di mehên payîzê de tên kom kirin û hişk kirin.

Şadî

Kurdshop – Gula Hêro an jî bi latînî wekî:  Alcea rosea tê zanîn û  li kêlekên rêyan û di zeviyan de di berxwe de şîn dibe, ji bo gelek nexwaşiyên weke persîv û serma girtinê tê bikar anîn. Gula ku weke çavkaniyeke şifayê ya gelek nexwaşiyan tê zanîn, di pîşesaziyên derman û kozmetîkê de tê bikar anîn.

Gula Hêro heta 2 mêtir û nîv jî dikare bilind bibe, rengên wê pembe, spî, binevşî û zer e. Herwaha di qadên ku bahoz lê nebe, baştir şîn dibe. Ji axên bi quwet û kils hez dike.

Kulîlkên gula Hêro di mehên tîrmeh û tebaxê de tên kom kirin, koka wê jî di mehên payîzê de tên kom kirin û hişk kirin.

Pel, kulîlk û koka vê gulê bi şifane. Di nava xwe de nîşaste, sakaroz, galaktoz, pektîn, rûn, tanen û asparagîn dihewîne.

Di şaristaniyên berê de kok û pelên gula Hêro di karûbrên bijîşkî û tibê de hatiye bikar anîn.

Sûdên gula Hêro

Ev giyayê şifayî  ku bi sed salane di çareseriyên dermanî yên cuda cuda de tê bikar anîn, li hember gelek pirsgirêkên tendurustiyê bi bandore. Bi taybetî di mehên zivistanê de di tekoşîna li hember kuxikên hişk de gelekî bi sûd û kêrhatiye.

Sûdên vê giyayî yan jî gula Hêro yên din jî waha ne:

1-Ev gula bi sûd li hember piraniya nerihetiyên tendurustî yên di mîde de pir bi bandore.

2- Yek ji bikar anînên hevpar yên gula Hêro ewe ku  wekî dermanê êşbir tê bikar anîn. Bi taybetî tê zanîn ku di pelên wê de bandora êşbirînê heye.

3- Kulîlka gula Hêro ku di heman demê de xwedî bandoreke aramkirinê ye jî, bi saya rûnên bingehîn yên ku tê de hene, dema ku weke çay tê vexwarin bandora wê zêdeye û ji bo kesên ku pirsgirêkên wan yên xewê heyî jî bi sûde.

4- Gula Hêro ji bo ku mirov bi tendurust bimîne dibe alîkar û li hember nexwaşiyan sîstema parastinê bi hêz dike û berxwedaniya bedenê bilind dike.

5- Ev giya ku ji bo îltihaba gurçikan baş e, ji bo paqij kirina rêyên destava biçûk  başe, ango pirsgirêkên mîzê çareser dike.

6- Gula Hêro ku li hember îltihaban di asteke jor de bi bandore, ji bo derbas kirina îltihabên prostat, sînuzît, mîde û rûviyan pir baş e.

7- Di pêşî lê girtina nerihetiyên sîstema mehandinê yên weke janên gazê de bi bandore.

8- Êşbireke xwezayî ye û ji bo hişk kirin yan jî zuha kirina îltihaban de pir bi bandore.

9- Ger bi awayekî rêk û pêk bê bikar anîn, çerim nerim dike û dihêle ku xwe nû bike.

10- Bi ava gula Hêro por şuştin, porê dibiriqîne û digehîne asteke zindî.

11- Pirsgirêkên stres, esebî bûn û xewê ji holê radike.
12- Dema ku weke gargara bê bikar anîn, di derbaskirina pirsgirêkên diran û goştê diran de dibe alîkar.
13- Ger bi awayekî rêk û pêk bê bikar anîn, berxwedana di bedenê de zêde dike.

14- Ger dayîkên ku şîr didin zarokan bi awayekî rêk û pêk bikar bînin, wê şîrê wan zêde bibe û sîstema parastinê ya zarok jî bi hêz bibe.
15- ji bo derbas kirina janên jinan yên di dema serê heyvê (period) de pir bi bandore.

16- Rûnê gula Hêro ji bo ji nav birina leke û zipkan xwedî bandore.


Sûdên gula Hêro yên ku kêm tên zanîn
1- kesên ku xitimandina damarên dil bi wan re heye, ger çaya gula Hêro bi rêk û pêk vexwen, wê di damaran de vebûn çê bibe.
2- Eger her roj yek berdax çaya Hêro bê vexwarin, metirsiya alzheîmerê (nexwaşiya ji bîr kirinê) kêm dibe.
3- Gula Hêro rojekî di nava ava sar de bê hiştin û dûre rûyê xwe pê bişûn, xêzikên pîrbûnê yên di rûyê we de wê derbas bibe.

4- Gula Hêro di ava gerim de bihêlin, kulîlkên wê bi perçiqînin, ji bo derbas kirina birînên di rûyê xwe de bikar bînin.
5- Di derbas kirina êşên movikan de kêrhatiye.


 

KURDŞOP
872 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!