Sedemên bêxewiyê çine û çawa derbas dibe?

Bêxewî, binavê xwe yê din însomnîa; pirsgirêkeke xewê ye. Li ser sedema faktorên psîkolojîk, bîyolojîk yan jî ji ber pirsgirêkên medical derdikeve hole.

Şadî
Bêxewî, binavê xwe yê din însomnîa; pirsgirêkeke xewê ye. Li ser sedema faktorên psîkolojîk, bîyolojîk yan jî ji ber pirsgirêkên medical derdikeve hole. Kesayet her çiqas xwe bêxew an jî westiyayî hîs bike jî lê nikare bikeve xewê û tevahiya şevê pir kêm dirazê. Herwaha di jinan de pirsgirêka xewê li gor zilaman, zêdetir tê dîtin. Sedema wê jî di dema guherînên hormonal yên ku di dema menstrual û menepozê de tê jiyan kirin de ye. Di heman demê de dibe ku di dema ducaniyê de jî, ji ber vê sedemê pirsgirêkên xewê rû bidin.

Bêxewî çima çêdibe?

1-Stres

Stres, sedema gelek nexwaşiyên psîkolojîk û fîzîkî ango bedenî ye. Pirsgirêkên ku di malbat, dibistan yan jî nava kar de tên jiyan kirin, bi şev mejiyê me dikole û dibe sedem ku em hişyar bimînin. Rewşên wekî mirina heskirîyekî, nexweşî yan jî veqetînê,  ji ber ku dibin sedema xemgînî û stresê, bi şev ketina xewê ji bo mirov zehmet dike.

2-Depresyon

Kesên ku ji ber pirsgirêkên cuda cuda nexwaşiya wan ya depresyonê heyî jî, bi şev di mijara xewê de zehmetiyan dikêşin. Li kêleka van zehmetiyan bi rêjeyeke pir kêm dikarin birazên. Sedemên bêxewiyê bi giştî ji ber pirsgirêkên rûhî derdikevin hole.

3- rih-sinir an jî esab

 Pirsgirêkên ku di jiyana rojane de rû didin, dibin sedem ku hêrs zêde bibin. Ji van re nexweşînên stresê yên beriya travmayê tên gotin. Ev dibe sedema ku mirov hişyar bimîne.  Di mijara bêxewiyê de nigeranî jiyan kirin, dibe sedem ku ketina xewê zehmettir be.

4- pirsgirêkên tendurustiyê

Êşên kronîk, kêmbûn û lewaziya bêhn û henaseyê, zêde mîz kirin jî di nav sedemên bêxewiyê de ne. Mînakên ku rê ji van rewşan re vedike; penceşêr, reflûks an jî nexweşiyên din ên mîdeyê, pirsgirêkên tiroîd, nexweşiyên Parkînsonê, nexweşiyên pişikê, nexweşiyên gurçikê yan jî alzheimerê, yek ji wan sedemane.

5- Faktorên hawirdorê

Kesên ku bi tempoya kar ya zêde heta demeke dirêj kar dikin, gelek caran neçar dimînin ku bixebitin yan jî dikevine rewşeke wisa ku divê hertim gerê bikin, di rîtmên bedena wan kesan de dibe ku xerab bûnê ava bibe. Ev rîtma hewçerx a di 24 demjimêran carekî ku mirov dikeve xewê û bi saya vê, demjimêra mirov ya bîyolojîk çerxa xewê û metabolîzmê birêve dibe. Dema ku rîtma hewçerx xirab bibe, dibe ku pirsgirêkên xewê bên jiyana kirin.

6- Derman

Hindek dermanên ku têne bikaranîn, bandorê li ser pergala xewê dike. Di nava wan dermanan de, dermanên antîdeprasyon û dermanên hesasiyetê, dermanên dil û yên hişyarker jî cîh digrin. Herwaha dermanên êşbirê jî dibin sedema bêxewiyê.

7- Kafeîn û alkol

Vexwarinên wekî qehwe, kola û çay wek timûlant ango hişyarker tên pejirandin. Ger di nava rojê de mirov wan pir bikar bîne, şev mirov bêxew dihêle. Nîkotînên ku di nava berhemên tutunê de heyî jî dibe sedema bêxewiyê. Her çend alkol jî mirov xewar bike û xewa we bîne jî, lê li hember ketina xeweke kûr dibe asteng.

8- Fêrbûna xwarin xwarinê

Dema ku berîya razanê xwarina zêde û xwarinên giran bên xwarin, wê mehandin û helandinê jî zehmet bike, ev yek dê bandorê li şiyana kes a  xewê bike. Pirsgirêkên weke şewata mîdeyê û tesfiye kirinê nahêle mirov bikeve xewê. Ji ber wê jî beriya ku mirov bixewin, divê herî kêm 2 demjimêr li ser xwarina wî re derbas bibe.

Nîşaneyên Bêxewiyê çi ne?

Êşa serî

Zêdebûna bûyeran

Esebî bûn û depresyon

Bi şev neketina xewê

Pirsgirêkên bi bîr nehatinê û baldar nebûnê

Tevahiya rojê halekî westiyayî û bêxewiyê

Ziyanên bêxewiyê çi ne?

Xew dihêle  tiştên ku em hîn bûne û tiştên ku em dizanin hezim bikin. Bêxewî di vî warî de bandorê li bîr û mejiyê mirov dike. Hem bi demdirêjî hem jî bi dem kurtî ziyanê dide bîr û hafizeya mirov. Kêmtirî 7-8 demjimêran xew kirin, dibe sedema depresyonê.  Ango depresyon jî yek ji nexwaşiyên bêxwiyê ye. Li gorî lêkolînên hatine kirin, rîska depresyona kesekî bêxew, 5 qat ji yên din zêdetir e.

Mayîna demeke dirêj a hişyarbûnê, di heman demê de rê li ber pirsgirêkên çerm vedike.  Pirsgirêkên weke çilmisandina çerm û hilweşîna di bin çav yên destpêkê de pêş dikevin, dema ku pirsgirêk kronîk dibe hîn zêdetir dibe û dibe sedema pîrbûna çermê mirov jî.

Yek ji bandorên bêxewiyê yên din jî kîlo wergirtine. Li gor lêkolînan kesên ku bêxew dimînin zêdetir xwarinê dixwin. Taybet jî xwarinên karbonhîdratî xwasteka xwarin xwarinê zêde dike û di encam de jî metirsiya obezîtê zêde dike.

Bêxewî li ser jiyana mirov ya cinsî jî bandoreke xerab dike. Sedema wê jî westandin û bêxewiye.

Herwaha di lêkolînan de derketiye holê ku bêxewî metirsiya mirinê jî zêde dike.

Bêxewî çawa derbas dibe?

1-Derman

Ji bo derman kirina vê rewşê, di dermanxaneyan de dermanên bê reçete tên firotin û dermanên ku xewra birina mirov hêsan bike hene û di heman demê de ji bo rewşên girantir dermanên bi reçete jî hene. Divê teqez ev di bin kontrola bijîşkte bên kirin.

2- Dûş an jî xwe şûştina bi ava şîrtên

Beriya razanê dûşeke şîrtên xewraçûna mirov hêsantir dike. Xwe şûştin yan jî dûş wergirtin, hem bedena mirov sist dike hem jî tengezariya ku di nava rojê de ji ber karkirina zêde derdikeve pêş kêm dike.

3- Çayên giyayî

Ji bo bêxewiyê bikar anîna giya û nebatên bi şifa dikare sûdmend be. Beriya xewkirinê li şûna qehvê çaya beybûn gelek bi bandortire. Çayên giyayî di laşê mirov de rihetbûn û aramiyê ava dike. Di heman demê de ji bo jinên ducanî vexwarina çayên giyayî nayê pêşniyar kirin.

 

4- Hereketên werzişî

Her sibeh werzîş kirin, dem kurtî be jî dihêle ku mirov şev rihet birazê.

5- Diyar kirina demjimêrê

Her sibe heman demjimêrê de şiyar bûn û heman demjimêrê de razan bandoreke baş ava dike.

6- Baldariya li hember xwarinê

Beriya xewê divê mirov hewil bide ku xwarinên bi rûnê zêde û giran nexwe. Di heman demê de bi zikê birçî jî divê mirov nerazê, ji ber ku ew jî pêşî li xewkirinê digre. Nêzîk dema xewkirinê alkol wergirtin jî tevahiya şevê mirov nerihet dike. Herî kêm 3-4 demjimêran berî razanê alkol bê wergirtin baştire.

KURDŞOP
810 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!