Hinar li Kurdistanê û sûdên wê yên tenduristiyê

Di heman demê de Hinar fêkiyeke pîroz a olên Kurdistanê yên kevnar bûye. Beriya hezaran salan, dar û jîngeh ji bo gelê Kurd bi qasî pîroz bûn ku di ol, çand û efsaneyan de xuya dibin û li ser şûnwarên dîrokî hatine xêzkirin. Hinar fêkiya bihiştî ya Zerdeşt, Mîtra û Yarsan e. Hinar fêkiyeke resen a quntarên zincîreçiyayên Zagrosê ye, weke fêkiyeke pîroz a Kurdistan a kevnar, di serdema Sasaniyan de gihîştiye Ewrupayê.

Hanî Murteza

Hinar yek ji fêkiyên herî şîrîn û tirş e ku di demsala Payîzê de digihîje. Ji bilî ku wek fêkî xweş e, gelek feydeyên wê yên tendiristiyê jî bo mirov hene. Hinar ku li herêmên germ (tropikal) û hinek (jêrtropîkal) şîn dibe, yek ji fêkiyên herî populer ên Kurdistanê tê dîtin ku hem daxwazkariyek pir li ser e û hem jî rêjeyek xuya tê hilberîn kirin û her sal hilberîna Hinarê li hundir û derveyî Kurdistanê tê firotin û saxkirin ango dibe pare.

Hinar li Kurdistanê li deverên ku hem deşt in û hem jî avhewayên wan guncaw in, tên hilberîn.

1- Şarezûr

2-Helebce

Ev herdu herêmên Kurdistanê salane xwedî hilberînek mezin a Hinaran in ku ji aliyê cure û hejmarî ve wek baştirîn cureyên Hinarê tên hesibandin. Ev yeka tevî hebûna Hinaran li piraniya deverên din ên Kurdistanê û heta Kurdistana mezin jî.

Di heman demê de Hinar fêkiyeke pîroz a olên Kurdistanê yên kevnar bûye. Beriya hezaran salan dar û jîngeh ji bo gelê Kurd bi qasî pîroz bûn ku di ol, çand û efsaneyan de xuya dibin û li ser şûnwarên dîrokî hatin xêzkirin. Hinar fêkiya biheştî ya olên Zerdeşt, Mîtra û Yarsan e.

Hinar fêkiyeke resen a quntarên zincîreçiyayên Zagrosê ye, weke fêkiyeke pîroz a Kurdistana kevnar, di serdema Sasaniyan de geheştiye Ewrupayê.

Dema ku wisa ye Hinar li Kurdistanê her ji berê ve heta naha jî, ji aliyê kurdan ve wek fêkiyeke pîroz û bi qîmet hatiye dîtin.

Hinar li Kurdistanê ne tenê wek fêkî tê xwarin, belkî (ava Hinarê û riba Hinarê) jî tê çêkirin.

 Feydeyên herî girîng ên Hinarê yên tendirustiyê

1 - Feydeyên Hinarê ji bo nexweşiya tansiyonê: Ava Hinarê dibe sedema kêmbûna nexweşiya tansiyonê li mirovên ku Hinarê dixwin û mirovên ku bi vê nexweşiyê bikevin û wan derman bikin.

2- Feydeyên Hinarê ji bo jinên ducanî yan jî pêgiran: Xwarina Hinarê cem jinên ducanî (pêgiran) ve dibe sedema pêkhatina tevahiya oksîjenê ji bo zarok û ji bo jinên ducanî jî Hinar bi çendîn vîtamînan dewlemend e.

3 - Feydeyên Hinarê di parastina movik û hestiyan li gewrîtis (îltihab) de: Ji ber hebûna her du madeyên polyfenol û hem jî esîdê çareseriyek e, movik û hestiyan diparêze.

4- Feydeyên Hinarê û bandora wê ya li ser tansiyona xwînê: Vexwarina ava Hinarê dikare tansiyona xwînê normal bike, eger li gel xwarinên ku tê de xwarinên dohn hene were xwarin.

5- Feydeyên Hinarê li dijî nexweşiyên enfeksiyon û veguhes e: Lêkolînan nîşan daye ku ji îsotê Hinar dikare ji bo çêkirina dermanan li dijî nexweşiyên bakterî yên veguhêz were bikar anîn.

6- Feydeyên Hinarê yên li dijî iltîhab û penceşêrê: Lêkolînan nîşan daye ku hin pêkhateyên wek polyfenol hene ku xwedî bandorên mezin in li dijî antîoksîdan, iltîhab û penceşêrê.

7- Feydeya Hinarê ji bo dev: Hinar heta ji bo dev bixwe jî feyde heye û qaçilan ji iltîhabê diparêze.

8 - Feydeyên Hinarê ji bo nexweşiya dil: Hinar kolesterolê kêm dike û metirsiya nexweşiyên dil kêm dike, ji ber ku li madeya dijî oksîdanê pêk hatiye û dibe alîkar bo pêşîgirtin li kombûna pelikên xwînê û tansiyona xwînê kêm dike.

9-Feydeyên Hinarê ji bo gurçikan: Hinar ji bo helandina kevirên gurçikan bikêrhatî ye.

10- Feydeya Hinarê ji bo kezebê: Xwarina Hinar û ava Hinarê ne tenê tendirustiya kezebê diparêze, beşên xerabûyî jî nû dike.

11 - Feydeyên Hinarê di paşxistina pîrbûnê de: Di vê fêkiyê de rêjeyek pir a madeya oksîdanê heye û fêkiyeke ku pîrbûnê dereng dixe.

12- Feydeyên Hinarê ji bo sîstema berevaniyê ya bedenê: Hinar fêkiyek e ku tê de rêjeyek baş ji vîtamîna C heye û wek xwarina sereke tê zanîn û zû amade ye ji aliyê endamên bedena mirov ve were guhestin, ku ev taybetmendiya jî di demsalên sar de bi mifah e.

 

KURDŞOP
782 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!