Tovê ûzeligê û sûdên wê û çawa bikar anîna wê

Şadî

Kurdshop – Her dilopekî avê ku dikeve ser axê, dibe sedema şînbûna bi hezaran giyayan. Di nava vê demê de jî gelek giyayên ku ji bo tendurustiya mirov şifa û bi sûdin, derdikevin pêş.  Rêbazên giyayî yên ku di derman kirina gelek nexwaşî û nerihetiyan de tên bikar anîn, carna weke alîkariyekî, bandorên nexwaşiyan sivik dike.

Mijara me ya tendurustiyê ya vê carê giyayê ûzeligê ye. Weke hemî giyayan ûzelig jî giyanekî gelek bi sûd û xwedî bandorên efsûnî ye.

Navê ûzeligê li hindek cihan, ûzerlig, ûzerlik û ûzelik tê gotin.

Giyayê ûzelig çiye?

Giyayê ûzelîgê xwedî bandoreke efsûniye û her di serdemên berê de jî hatiye bikar anîn. Herwaha di nava kurdan de hem ji bo çay tê bikar anîn, hem jî ji bo enerjiya xirab ya di malê tê bikar anîn. Taybet jî weke giyayê nezerê tê zanîn.

Giyayê ûzelig ku bi latînî weke “Peganumharmala” tê bi nav kirin, di warê fosfor de dewlemende.

Di tovê ûzeligê te gelek madeyên cûda hene.  Ev made, Harmalîn, Harmalol, Harmîl û Peganîn’in.

Ûzelig her di demên kevnar de ji bo nexwaşiyan û ji bo enerjiya xirab a di malan de hatiye bikar anîn û heta roja me ya îro jî tê bikar anîn.

Giyayê ûzeligê li hindek herêmên Kurdistanê şîn dibe.

Sûdên giya û tovên ûzeligê çine?

1 - Di asta herî jor de xitimandina difnê û Bêhnê vedike.

Di nava sûdên ûzeligê de bêhna wê heye ku bi belav bûnê, bêhna ûzeligê dikare bandorên kêm bûna henaseyê û xitimandina difnê kêm bike. Herwaha dema ku bêhna ûzeligê li odeyan de tê belav kirin, hewaya giran ya di wê malê yan jî wî cihî de tê sivik kirin.

2) Dikare floraya rovîkan sererast bike

Di nava sûdên çaya ûzeligê de, bandoreke erênî li ser tendurustiya rovîkan jî heye. Herwaha bandora wê ya li ser sîstema mehandinê girînge.

Dikare ji bo paqijkirina bakterîyên ku rîska wan a zêde heyî ku bi rêya xwarinê dikeve laş, bibe alîkar. Ûzelig metabolîzmayê bi lez dike û di mehandin û helandina xwarinan de dibe rêyeke herî hêsan.

3- Piştevaniya pêşketina mejî dike

Bi saya bandorên ku di nava xwe de hildigre, tendurustiya şaneyên rihên mejî diparêze. Piştevaniya pirsgirêkên belavbûna fikir û tê giheştinê dike. Rihên mejî sererast dike û kesên ku pirsgirêka wan ya xewê heyî jî bandoreke baş li wan dike.

4-Îltîhab û enfeksiyonê ji holê radike.

Persîv û serma xwarin pirsgirêkên herî mezin yên demsalîne. Di nexwaşiyên weke enfeksiyonên êşa qirkê de bandora xwe ya ji nav birina îltîhabê nîşan dide û dibe sedem ku gelek kes di demeke pir kêm de baş bibin.

5- Ji bo nezerê tê bikar anîn.

Ûzelig di malên tê bawer kirin ku enerjiya xirab heye de, tê şewitandin û ger di male de nezer û enerjiya xirab hebe ji holê tê rakirin. Şewitandina giya û tovên ûzeligê ku kevneşopiyeke kevnare, ji aliyê gelek kesan de weke alternatîfeke tibî tê dest girtin.  Ev giyayê ku bi awayê baxûr ango dûkel derxistina tovê ûzeligê tê nirxandin, şans û bereketê tîne malan.

Ji ber vê kevneşopiya ku di berê de heta roja me ya îro hatiye, heta naha jî di gelek malan de ûzelig tê şewitandin û wekî ku nezera di malê de tê hilgirtin, tê zanîn.

6-Êşan sivik dike

Tovê ûzeligê yan jî çaya giyayê ûzeligê, weke giyayekî bihêz yê êşbirê tê zanîn. Ev giya û çaya wê bi taybet ji bo kesên ku zêdetir li cihê qerebalix de kar dikin jî tê pêşniyar kirin. Herwaha ji aliyê pisporên şareza de jî bandor û sûdên girîng yên giya û tovê ûzeligê hatine nirxandin.

Ev giyayê ku bi bêhn û naveroka xwe, xwedî antîoksîdane, xwedî taybetmendiya ji nav birina êşên dijware. Ji bo êşa serî û êşên hestiyan dikare bê bikaranîn. Mirov di wateya Aromaterapî jî wî giyayî bi awayê şewitandî bikar bîne û bi bêhna wê jî derûniya mirov jî baş dibe.(Aromaterapî, bikaranîna dermanî ya rûnên bingehîn ên bêhnxweş yên ku ji  bo başbûna laş û derûniyê ji nebatatê çêkirin e).

7- Hormonan hevseng dike

Ûzerlig, ji bo avzêkirina hormonan xwedî bandorekî zêde ye. Ji bo hormona Serotonin avzêbibe alîkarî dike û dibe sedem ku ew kes aram bibe. Kesê ku ji tengezariyê dûr dikevin jî asûdetir dibin. Herwaha li gor pisporan ji bo hormonên zayîn û zêdebûnê jî kar dike û hêza cinsî û zayendî ya zilam û jinan zêde dike, lê di vê mijarê de divê serî li bijîşk bidin, ji ber ku a herî rast ew e.

8- Stresê kêm dike

Alozî û nerihetiyê kêm dike û bi vî awayî dihêle ku stres dakeve asta herî jêr. Di gava hîn rehetbûna hişleqî-depresyonê de dibe alîkar. Herwaha ew aramî û asûdebûna hundirîn diparêze û pirsgirêka bê xewiyê ya ji ber stresê sivik dike.

9- Bi bandora xwe ya antîoksîdanê başbûnê bileztir dike

Giyayê ûzeligê bi bandora heyî ya antîoksîdan berxwedana beden bi hêz-bilind dike. Taybetî  dihêle ku mirov nexwaşiya serma girtin û persîvê bi awayekî hêsantir derbas bike.

10- Bilezkirina Metabolîzmayê daxistina kîloyên zêde hêsan dike

Ji bo bilezkirina dayîna kîloya zêde ûzelig piştevaneke base. Ûzelig ku dihêle metobolîzma bilez bibe, rûnê di laş de zû dihelîne. Berî bi karanînê li gel pisporê xwarinê bişêwirin.

Bikaranîna giyayê ûzeligê:

Bi awayekî giştî giyayê ûzeligê bi awayê çay tê bikaranîn. Şewitandina ûzeligê jî rêbazekî cuda yê ji bo enerjiya xirabe. Giyayê ûzeligê di rêbazên kîlo dayîn û dermankirina giyayî de pir tê bikaranîn. Li gor armanca bi karanîna wê divê hindek hûrgilî bên berçav girtin.

Ger binaxeyeke we ya laş a hesas hebe, dibe ku giyayê ûzeligê di we de alerjiyê ava bike. Di vê mijarê de dive hûn bi tevdîr û hişyar bin.

1-bikaranîna çaya vê giyayê û malzemeyên pêwîst:

-Tasekekî metal

-Çeqmaq-kibrît

-Kevçiyek xwê

-Kolmek giyayê ûzeligê

Dibe ku bê pirsîn çima xwê tê bikaranîn. Xwê dihêle ku ûzelig bi awayekî baş bişewite.

Ji bo ku hun sûdên giyayê ûzeligê bibînin, hun dikarin rojê fîncanekî çaya wê vexwen. Di her karanînê de taze be baştire. Kesên ku pirsgirêka wan ya alejiyê heyî, nexwaşiyên wan yên kronîk heyî û dayîkên ku şîr didin zarokan bê ku serdana bijîşkan bikin divê bikar neyînin.

2- Li hember nezerê tê bikaranîn

Tovên giyayê ûzeligê ku di nava taseke hesin de tê hilgirtin, bi pêxistina agir tê sotin an jî şewitandin, dema ku tov hemî şewitîn û dûkel pê ket, hun dikarin di nava malê hemiyê de bigerînin. Armanca vê karanînê jî li gor baweriyê wekî ku tovên ûzeligê enerjiyan xirab ya di malê de paqij dike, tê destgirtin.

Ger ku di wê baweriyê de ne ku li ser kesekî yan jî kesekê sihr heye yan jî nezerî û çavînî bûye, hun dikarin tovê ûzeligê bi awayê dûkel kirinê pêxin û li dora wî kesî/ê bigerînin. Şewtandin û dûkel kirina ûzeligê di serdemên berê û vir ve heye û berdewame.

Dûkel kirina ûzeligê çawa tê pêkanîn?

Ûzelig di nava tiştekî hesin yan jî tasekî hesin de tê hilgirtin û tovên giya tên şewitandin û heta ku giya bi temamî dişewite, ew dûkele ku belav bibe, li cihên cuda cuda  tê gerandin.

Şewitandina ûzeligê ji bo ji navbirina mêş û mûran weke derman jî tê bikar anîn.

Çaya ûzeligê çawa tê amade kirin?

Çaya giyayê ûzeligê yek ji wan giyayên ku bi armanca xilasiya ji nexwaşiyan tê bikaranîne ye.

Destpêkê ava gerim berdin nav berdaxê û kevçikekî çay ûzeligê lê zêde bikin, devê wê bigrin heta ku 5 hûrdeman, dema xwe bigre. Piştî ku çayê dem girt, teqez dive bê paruzandin û dikarin vexwin.

KURDŞOP
706 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!