Sûdên reşreşkê û awayê bikar anîna wê

Reşreşk ku demeke dirêje hem di nava şirînahiyan de hem jî di nava xwarinên ku bi ard tên çêkirin de, weke xemlandinê tê bikar anîn, di van salên davî de nirx û girîngiya wê zêdetir bûye.

Şadî

Kurdshop - Reşreşk ku demeke dirêje hem di nava şirînahiyan de hem jî di nava xwarinên ku bi ard tên çêkirin de, weke xemlandinê tê bikar anîn, di van salên davî de nirx û girîngiya wê zêdetir bûye.

Reşreşk yek ji wan giya û nebatane ku hema hema li tevahiya cîhanê bi awayekî berçav û zêde tê hilbirîn û bikar anîn. Sedema bingehîn a vê yekê jî ew e ku gelek pêkhateyên girîng ên ji bo tenduristiya mirovan bi nirx, di nav xwe de dihewîne.

Di nava sûdên reşreşkê de hindek mînakên girîng:

- Bi bitamîn C a ku di nava xwe de heldigre, bi nîşandana bandora antîoksîdan,  mîkrob û bakteriyan dikuje.

- Pêşî li pêkhatina îltihaba ku li cîhên weke herêmên movikan yên di bedenê de digre û pergala ango sîstema parastinê bi hêz dike.

- Îhtîmala pêşketina penceşêrê kêm dike.

- Di penceşêra sing û prostatê de, leza belavbûnê ya şaneyên penceşêrî kêm dike.

- Kezebê diparêze û xurt dike herwaha di nexweşiyên kezebê de vebijêrkekî alîkar a dermankirinê ye.

-Şekirê di nav xwînê de dadixe û pêşî li berxwedana însûlînê digre. (însûlîn hormona ku li hemberî nexweşîya şêkir tê bikaranîn)

- Bandora wê ya baş a li ser nexwaşiyên weke astima ango bêhntengî alerjîk yan jî persîvên baharê pir zêdeye.

-Tendurustiya dil diparêze.

- Di pirsgirêkên zexta bilind de, zextê dadixe.

-Ji bo êşa qirikê pir base.

-Ji bo jehrîbûna morfînê base.

-Ji bo nexweşiyên çerm xwedî taybetmendiyên dermankirinê ye. 

- Ji bo kîlo kêm kirinê alikareke base.

-  Reşreşk gilî û gazindên di dema ducaniyê de kêm dikin. Bandora  wê ya neyînî tineye lê ji bo jinan di vê serdemê de û ji bo kesên ku zarokên xwe bi şîrê dayikê dimijînin, dihêle ku asta şîr zêdetir bibe û ew yek ji bo zarok bixwe jî gelek  bi sûd e.

Reşreşk têlên por xurt dike

Reşreşk giyayeke ku ji hêla asîdên rûnên bingehîn ve dewlemende. Bi vê taybetmendiya xwe pêşî li şikandina por û perpût bûna por digre û por bi hêz dike. Vîtamîn û mîneralên ku di nav reşreşkê de hene, por dirêj dike.

-Reşreşk di nexwaşiya Bîrovê ango Sedefê de birînên di çerim de kêm dike.

- Hevsengiya hormanan a di laş de sererast dike.  

- Piştevane ji bo potasyum, çînko û magnezyumê.

- Ji bo birînan dermanekî başe.

- Di pirsgirêkên êşa serî de bandora wê ya derbas kirina êşê heye.

-  Kurmên ku di rivîkan de çêdibin kêm dike û Parazîtên rivîkan jî dikuje.

- Gaza di mîde de derbas dike û di pergala helandinê de derfeta rihetbûnê ava dike.

- Pirsgirêkên qebizbûnê derbas dike û tevgera rîvîkan sererast dike.

-  Ji derve re wek piştgirî ji bo kesên ku pirsgirêka wan a hemorroîd-bavesîrê heye tê bikar anîn.

- Xitimandina di difnê de vedike.

- Heraretê ango germa zêde ya di beden de dadixe.

-  Ji bo hevsengkirina kolesterolê bi bandor e.

- Li hember mîkrob, vîrûs û nexwaşiyên çermî xwedî bandoreke bihêz e.

Reşreşk çawa tê bikar anîn?

Pispor pêşniyar dikin ku di bikar anîna reşreşkê de kesên ku wê cara yekemîn vê tovî bikar bînin, herî kêm divê heta 6 mehan, her roj bi awayekî rêk û pêk bikar bînin.

Herwaha li gor pisporan; reşreşk divê bi awayê hêrandî neyê bikar anînin. Ji ber ku di dema hêrandinê de rûnên kêrhatî yên di reşreşkê de difirin. Ji ber vê jî reşreşk bi awayê wê yê tov bikar anîn ya herî raste. Reşreşk di kulîçe, kolêr-borek, qurabiye û salate, bi kurtî di gelek xwarinan de dikare were bikar anînin. Herwaha  ji bo ku bi awayekî  rêk û pêkî  reşreşk bê bikar anîn, yek demjimêr  berî taştê û berî xwarinê, dikare bi awayê cûtinê jî bê bikar anîn.

Bikar anîna reşreşkê ya rojane jî divê bi giştî 2 graman derbas neke ji ber ku ger bi rêk û pêkî neyê bikar anînin, dibe sedema ziyan danê jî. Herwaha reşreşk bi awayekî hêsan li hemû marketan û giya firoşan dikare were bi dest xistin.

Dema her sibe û her êvar bi qasî 30 deqeyan  berî xwarinê reşreşk bi zikê birçî bê xwarin an jî kevçiyekî şirîniyê yê tovê reşreşkê li gel ava zêde bê çûtin, wê sûdên di wê nebatê de zêdetir bê wergirtin û dîtin.

KURDŞOP
784 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!