Li Sêrtê di zikê jinekê de 2 hezar kevir hatin derxistin

Li Sêrt a Bakurê Kurdistanê di zirava jinekî kurd de ev 20 sale kevir hebûne, lê ji ber ji emeliyatbûnê ditirsiya nedihatin derxistin û jin a bi navê Perîxan Altun a 50 salî, piştî êş û azarên zikê wê zêdebûn ew gehandin nexwaşxaneyê û piştî ku ew razî kirin hate emeliyat kirin û di zirava wê de 2 hezar kevir hatin derxistin û geheşt tenduristiya xwe.

Kurdshop – Li Sêrt a Bakurê Kurdistanê di zirava jinekî   kurd de ev 20 sale kevir hebûne, lê ji ber ji emeliyatbûnê ditirsiya nedihatin derxistin û jin a bi navê Perîxan Altun a 50 salî, piştî êş û azarên zikê wê zêdebûn ew gehandin nexwaşxaneyê û piştî ku ew razî kirin hate emeliyat kirin û di zirava wê de 2 hezar kevir hatin derxistin û geheşt tenduristiya xwe.

Perîxan Altun a 50 salî, ev 20 sale di zikê wê de kevir hebûne û hemû pêşneyarên emeliyatê ji ber tirsê red kirine. Lê piştî hate razî kirin kevirên ku di zikê wê de derketin herkesek şaşmayî û matmayî hişt û 2 hezar kevir ji zikê wê de hatin derxistin.

Derbarê emeliyatê de Dr. Akin Onder ragehand, emeliyatê 35 hûrdem ango deqîqeyan berdewam kiriye û li zirava nexwaş de 2 hezar kevir hatin derxistin. Nexwaşa me dibêje ev 20 sale di zirava wê de kevir hebûne û li gel pêşneyarên emeliyatê jî ew red kiriye. Ji ber kêş û kîloyên wê jî zêdebûn ji emeliyatê tirsiya ye. Ji be di mîdeya wê de pirsgirêk hebû serlêdan li gel me kir, piştî ultrason û tehlîlên xwînê me dît ku di zirava wê de gelek kevir hene. Me rewşa wê jê re got û me gotê divê em emeliyatê bikin û me ew razî kir. Di dema emeliyatê de dema ku me zirava wê vekir em jî şaşmayî man. 2 hezar kevir hebûn û me derxistin. Naha rewşa tenduristiya wê başe û ti pirsgirêkekî wê nemaye.

Herwaha Perîxan Altun jî got; Ji ber pirsgirêka di zirava min de heyî, verêşandin, bê taqetî, êşa pişt û sing ez hatim nexwaşxaneyê. Mamosta Akin gote min gelek kevir di zirava te de hene û ez jî ji emeliyatê ditirsiyam. Piştî ez razî kirim, ez emeliyat bûm û naha ez gelek başim. Êşên min jî nemane û ez spasiya Dr. Akin û tîma wî dikim.

KURDŞOP
682 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!