Letîf Helmet, nivîskar, Helbestvan û Rojnamevanê navdar ê Kurd di sala 1947an de li Kerkûkê ji dayîk bûye
Ji sala 1979`an ve dest bi nivîsîna di warê berhemên zarokan de kiriye. Bêhtir ji 20 dîwan û 17 pirtûkên zarokan hene. Sala 2006an berhemên wî hatin komkirin ku bêhtir ji 5000 rûpel bû. xelatê “Apîk” li ser dîwana zarokan wergirtiye.
Letîf Helmet li malake rewşenbîr jidayîk bûye. Her ji temenê xwe yê 8 saliyê ve li dîwana bavê xwe bûye evîndarê helbestên Hafizê Şîrazî, Seidî Şîrazî, Fereydûn Ettar Neyşabûrî, Celaledîn Romî, Xeyam û Bîdil û Firdewsî û Îbin Erebî û … ku bavê wî bo mirîd û mêvanên xwe xwendine û kirine Kurdî.
Piştre ew bixwe bûye evîndarê helbest û têksta nû ya Erebî û Ewropî. Weke berhemên Bedir Şakir Seyab, Ebdulwehab Beyatî, Bilind Herîrî û Adonîs û Nizar Qebanî û Mehmûd Derwêş û Semîh Şellî û Bayron û Kîtis û Maykofskî û Nazim Hikmet û bi sedan helbestvanên din ên kevin û nû.
Di navîna salên 60ê de di programên “Celal Mîrza Kerîm” û “Ebdula Yûnis” li wêstgeya Kurdî ya Bexdayê berhemên xwe weşandine.
Dizayna Karakter: Hêmin Qaremanî
Yekemîn berhema wî sala 1969an li kovara Rizgarî de li Silêmaniyê hat belavkirin. Yekemîn dîwana wî bi navê “Xwedê û Bajarê min ê biçûk” sala 1970`an hate çapkirin. Yekemîn pirtûka zarokan jî di sala 1979`an de bi navê “Gundê Herî Bedew” hate belavkirin. Di sala 1970an de bû endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê .
Piştî Goran, Letîf Helmet yek ji dengên diyar û berçav ên dîroka nivîs (Honrawe) ya nû ya Kurdî ye û di salên 70yî de xwedî beşdariyeke çalak û cidî di ezmûna nivîsên Kurdî de bû. Yekem kes bû ku Pexşan weke honrawe (Pexşan bi tekst) nivîsandiye. Destpêka derkeftin û navdarbûna wî helbestvanî vedigere bo komeleya helbestan a “Xwedê û Bajarê min ê biçûk”.
Letîf Helmet bêhtir ji 79 berhem çap kirine û weşandine ku di warên “Helbest bi Kurdî û Erebî, Lêkolînên Erebî û Kurdî, Helbestên Zarokan, Çîrok û Şanoname û Wergerandin ji zimanê Erebî” çap kirine
Helbestên Letîf Helmet bo ser zimanên “Erebî, Farsî, Tirkmenî, Almanî , Îngilîzî, Holendî, Swêdî û Frensî” hatine wergerandin. Bi dehan lêkolîn bi zimanên Kurdî, Erebî û Farisî li ser helbestên Letîf Helmet hatine nivîsandin. Bi dehan kesan jî nameyên xwe yên master û doktorayê li ser berhemên wî kirine. hejmarek xelatên navxweyî û biyanî bidest xistine weke xelateke Swêdî di warê helbestên zarokan de.
Berhemên Çapkirî
Helbest bi Kurdî
Xwa û şare biçkolekeman
Amadebûn bo ledaykbûnêkî tir
Pirçî ew kiçe reşmalî Germiyan û kwêstan me
Gerdelûlî spî
Ew namaney ke daykim nayan xwênêtewe
Ew honraweyey ke tewaw debê û tewaw nabê
Wuşey ciwan gulle gull
Sirûdî hejaran
Em rûbare wişk nakat
Gurgekanî Letîf Helmet
Biyabanêkî dirinde nemawe fret nebê
Didanî paşeroj weku didanî ceng spî ye
Dîwanî Letîf Helmet bergî yek
Dîwanî Letîf Helmet bergî dû
Dîwanî Letîf Helmet bergî sê
Şîîrî dije şiîri
Ayete winbokanî sedey bîstûyek ya sûretî geranewe
Bo mindalêtî
Hewr û dûnawdûn kirdinî deqekan ya sûrete bizir buwekanî Letîf Helmet
Daristan hemîşe çawerwanî geranewey balinde winbokanêtî
Helbestên Erebî
El-Mudun El-hedîdî ye
Şeyxuxe Kîlopatra û Etfal El Meter ...
Tehewilat El-Xiyum
Lêkolînên Wêjeyî :
Şeir… Xenafis … Tenûreyî Mînîjûp
Ew wişaney dirr be tarîkeşew deden
Sofî û sofîgerêtî û karîgerî hizir û îdî naîslamî
Le ser sofîgerêtî îslamî
Mêjûy sofîgerî û sofîgerêtî le mêjûda
Le dadayizmewe t weku surreyalîzm
Çon û çî bo minal binûsîn
Corekanî nûsîn bo mindalan
Helbest û Çîrok Bo Zarokan
Ciwantirîn dê
Hêlaneyekî tir
Dengxoştirîn mel
Minall û baran
Minall û çoleke
Minall û bûke şûşe
Çolekey ser dareke
Gullî naw încaneke
Gwêdrêj û padişa
Hellbijarde bo minall û bo gewre
Pirsyar le minall
Katjimêr
Miştûmirrî dirextekan
Pişîleyek paskîl lêdexurrê
Mang le nêwanî hezar û yek estêreda denwê
Qisese Kurdiye lêl Etfal – Bi Erebî
Dîwanî mindallan bergî yek
Dîwanî minallan bergî dû
Koberhemî minallan - Çar Caran Hatiye Çapkirin
Çîrok û şanoname :
Lawanewey ûr
Felestîn hemîşe nîştmanî xesan kenfanî ye
Mijarên Ku Ji Erebî Hatine Wergerandin
Şeiramêzî ewrûpayî û dîktatorîyetî roh
Her hewt beyannamey dadayyekane û kirdûme be kurdî ...
Em jûre hîçî têya niye - Bijardeya Helbesta nû ya Erebî û Cîhanî
Xwaye were bo Amerîka - Bijardeya Helbesta nû ya Erebî û Cîhanî
Mêyne her le seretawebû - Helbesta Suiad El- Sebah
Serim wek minallêk le koşîda şardewe - Helbestên Nizaq Qebanî
Helebce – Helbesta helbestvanê Rojavayê Kurdistanê Teha Xelîl
Helbijardeyek le şeirî Nizar Qebanî – Helbestên Nizar Qebanî
Qlub Min El-Zucac – Hin helbestên Kurdî ku kirine Erebî
Natalî sarot û helçûnekan û romanî nwê - Pêşekiyek û çend mînakên çîrokên dayîka nû ya cîhanî ya Romanê, Natalî Sarot
Roman
Jine cinokekanî şê Mehmû
Xelatên Wergirtine
Xelata Zêrîn a Bawe Gur Gur li Kerkûkê
Xela Zêrîn a Îbrahîm Ehmed-Bile li Silêmaniyê
Xelata Apîk li Swêdê bo zarokan
Xelata Mertala Zêrîn a Partiya Şûî ya Kurdistanê li Silêmaniyê
Çend Rêzgirtin û Xelatên Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Çend Rêzgirtinên Wezareta Perwerdê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Çend Rêzgirtinên Wezareta Rewşenbîrî ya Iraqê
Rêzgirtin ji aliyê Yekîtiya Nivêskarê Iraqî federal û Wezareta Rewşenbîrî ya Iraqa federal di festîvalekê de li Bexdayê ku du rojan berdewam kir
Rêzgirtin ji aliyê beşê Zarokan ê Kurdsat