EMERXANÊ ŞIKAK JI SERHILDANA SIMKO HETA KOMARA KURDISTANÊ (1906-1946)

MIHEMEDSALIH QADIRÎ

EMIRXANÊ ŞIKAK, Emerxan Şerîfî naskirî bi Emerxanê Şikak, kurê Mihemed Şerîf Şerîfî, ji dayikbûyê sala 1874an e. Emerxan, yek ji karekter û kesayetiyên girîng û navdar ê Êla Kardar û Şikakan bû. Emerxan di çaxê serhildana Simko de, heta dema ku bi Simko re bûye, wek şêwirmendê destê rast û wezîrê şer ê Simko, xwedî rol û bandorek berbiçav bûye. Berî şerê yekem ê cîhanî û çend salan piştî wî şerî jî, di herêma stratejîk a bakûrê Rojhilatê Kurdistanê de, wek hevpeymanekî bihêz digel Simkoyê Şikak, di şer û pevçûnên navbera kurd û eceman, kurd û osmaniyan û kurd û rûsan de, beşdar bûye. Piştî vê ku bi plana hikûmeta Îranê di navbera Emerxan û Simko de nakokî çêbûne, Simko ew radestî hikûmeta Îranê kiriye. Piştî vê bûyerê, Emerxan wefadariya xwe bi hikûmeta Îranê ragihandiye û di bin fermana hikûmeta Îranê de, dijberiya Simko kirye. Sê salan piştî kuştina Simko ji aliyê Rizaxan Şahê Îranê ve, Emerxan jî, ji aliyê Hikûmeta Riza Şah ve tê girtin, cezayê zînada heta hetayê bo wî tê dayin û paşî mayina heşt salan di girtîgehên Îranê de, di serdema şerê duyem ê cîhanê de ji girtîgehê azad dibe û piştre cardin wek karakterekî girîng ê tevgera Rojhilatê Kurdistanê rolek mezin hebûye. Emerxan sala 1942an, di serî de berpirsyarê şaxa Komeleya JK di Bakurê Rojhilatê Kurdistanê de bûye û çalakiyên berbiçav kirine. Piştre di avakirina PDK a Rojhilatê Kurdistanê de, bi Qazî Mihemed re alîkarî kiriye û wek endamê serkirdayetiya PDKê hatiye hilbijartin. Herwisa di avakirina Komara Kurdistanê de, rolek mezin hebûye û tevî (Mihemed Husên Xanê Seyf Qazî, Mela Mistefa Barzanî û Heme Reşîdxanê Bane) yek ji çar generalên Komara Kurdistanê bûye û cihekî xasmanî di xebat û bûyerên wê serdemê de hebûye.

   Dagirtina pirtûkê
KURDŞOP
1285 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!